Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Fûad El-Qatrîb: Divê Kurd pêşengiya têkoşîna Rojhilata Navîn bikin

NAZDAR EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedar û Profsorê Sûrî Fûad El-Qatrîb di salvegera komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan diyar kir ku li ser hîma felsefeyek Ocalanî divê  di vê demê de kurd pêşengiya têkoşîna civakî ya demokratîk li Rojhilata Navîn bikin.

Siyasetmedar û Profsorê Sûrî Fûad El-Qatrîb bi wesyîleya 18’emîn salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyar kir ku Ocalan dikaribû girêdana dîrokî ya gelê Kurd bi gelên Rojhilata Navîn re vejîne û pêşeroja wan jî peve girêde û wiha got: “Lewra yek ji berpirsyariyên gelê kurd ên dîrokî ewe ku ji bo bidestxistina mafên xwe û mafên gelên Rojhilata Navîn, pêşengiya têkoşîna civakî ya demokratîk li Rojhilata Navîn bike. “

Prof El-Qatrîb derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û ev tişt anî ziman: “Di salvegera 18’emîn a dîlgirtina Ocalan de ku  bi komployek kirêt pêk hat.  Nivîsandin li ser ronakbîr û şoreşgerek mezin ê mîna Ocalan ne karek hêsan e. Nemaze Ocalan di kesayeta xwe de, ne tenê doza gelê kurd, lê belê nûnertiya hêviyên hemû gelên Rojhilata kiriye.”

Komplo

El-Qatrîb girtina Ocalan weke komployek ji komployên sîstema sermayedar a gilobal ku ji aliyê kapîtalîzma Fînansial û enustriyal tê birêvebirin, pênase kir û got: “Istîxbarata Amerîka, Îsraîl û gelek welatên din li ser girtina Ocalan komplo rêsandin û ew radestî hikumeta Tirkiyê kirin. Heya wê demê mezinahiya komploya ku li ser gelê kurd, tirkiye, Rojhilata Navîn û pêşeroja wê dihat rêsandin, nedihat naskirin. Lê Ocalan bi zanîna xwe ya şoreşgerî û hestên mirovî, heya beriya were girtin jî, komplo nas kir û pênase kir.

‘Rê li pêşiya komployê bigirin!’

El-Qetrîb di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Ocalan dizanibû ku armanca girtina wî ewe ku li hundir û derve derbe li têkoşîna wî bixînin û wiha pê de çû: “Derbeya hundirîn bi riya derxistin û gurkirina nakokiyan di nav partiya wî de û arastekirina wê ber bi şerê çekdarî yê bêyî armanc. Derbeya derve jî ew bû ku têkoşîna wî reş bikin û têkilyên PKK’ê bi gelê kurd ê li Tirkiyê û derveyî wê re xerab bikin. Nemaze bi riya komployê dixwestin Ocalan weke berpirsyar û sûcdarê şîdet, aloziya herêmê, terorê û hwd raber bikin. Armanca duyemîn a komployê ew bû ku şerê çekdarî li Tirkiyê û Rojhilata Navîn gur bikin û herêmê veguherînin bazarek birçî ya çekên amerîkî û ewropî. “

Her wiha El-Qetrîb bal kişand ser pêlên nijadperest ên kurd li herêmê û wiha pê de çû: “Hêzên komploger dest pê kirin hêzên nijadperest û eşîrî yên kurd bihêz bikin. Ev ên dawiyê di hebûna PKK’ê û Ocalan bi taybet de, xetereyek li ser mîrasa desthiladariya xwe didîtin. “

‘Çareserî diyalektîkek dûalî ye’

Prof Fûad nêrîna Abdullah Ocalan a “Çareserkirina doza kurd li herêmê, girîngtirîn hîmên avakirina Rojhilata Navîn a nû ya demokratîk , wekhev, pirreng û serbixwe ye” bibîr xist û destnîşan kir ku Ocalan çareserî di diyalektîka dualî ya; çareserkirina doza kurdî bi pêkanîna civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk a Rojhilata Navîn ve girêdayî û pêkanîna vê civakê jî bi çareserkirina doza kurdî ve girêdayî ye, destnîşan kir.

‘Ocalan biratiya gelan zindî kir û mayindebûna wê destnîşan kir’

Girêdayî mijarên hemdemî û rojeva îroyîn a gelên Rojhilata Navîn jî, Fûad El-Qetrîb anî ziman ku Ocalan dikaribû girêdana dîrokî ya gelê kurd bi gelên Rojhilata Navîn re vejîne û pêşeroja wan jî pev girê bide. Ev jî mijarek ku niha girêka sereke ya aloziya Rojhilata Navîn e.

‘Divê kurd pêşengiya têkoşîna demokratîk li Rojhilata Navîn bikin’

Fûad El-Qetrîb di dawya axaftina xwe de wiha got: “Lewra li ser vê yekê, yek ji berpirsyariyên gelê kurd ên dîrokî ewe ku ji bo bidestxistina mafên xwe û mafên gelên Rojhilata Navîn, pêşengiya têkoşîna civakî a demokratîk li Rojhilata Navîn bike. “

(dc)

ANHA