Têkilî | Derheqê me de

Gava duyemîn bi beşdarbûna Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê hate destpêkirin

Dîmen

REQQA – Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gava duyemîn ji Pêngava Sêmeyîn a Hemleya Xezeba Firatê bi beşdarbûneke çalak ji Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, destpê kir.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê gava duyemîn ji Pêngava  Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê raghand. Daxuyanî li bereyên şer  ji aliyê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve li gundê Mekmen bi amadebûna Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ebû Xewle ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca vê gavê rizgarkirina gundewarên rojhilatê Reqqa yê ye û qutkirina di navbera Reqqayê û Dêra Zorê de ye. Cîhan Şêx Ehmed bal kişand ser beşdarbûna Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û ev tişt got:”Herêmên ku werin rizgarkirin nêzî Dêra Zorê ye, ji ber vê yekê jî Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi awayekî çalak wê beşdarî gava duyemîn bibe”.

Di berferhiya daxuyaniyê  de ev date hatin parvekirin:

“Em wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gava duyemîn ji Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê piştî  ku gava yekemîn ji  pêngava sêyemîn gihîşt armanca xwe,  destpê dikin.

Di vê gavê de,  em ê gundewarên rojhilatê Reqqayê rizgar bikin û Reqqa ji bajarê Dêra Zorê qut bikin. Ev gav jî piştî destkeftiyên ku hêzên me li ser rûyê erdê bi destekadayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî bidestxistin, pêk hat.

Gava duyemîn ji pêngava sêyemîn girîng e, ji ber armanc jê qutkirina Reqqayê ji herêmên din  û terorîstên din bajar de dorpêç dikin.

Ji ber ku ev herêmên nû werin rizgarkirin nêzî gundewarên Dêra Zorê ye, dê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi awayekî çalak û bi piştgiriya hêzên koalîsyonê di baskê rojhilat de beşdar bibin.

Bi vê boneyê em mizgîniya serkeftinê ne tenê didin gelê Reqqayê  di heman demê de em didin gelê Dêra Zorê jî radigihînin. Serkeftin nêz bûye û bê guman dê teror bi dawî bibe.

Dîsa bi vê munasebetê em spasiya gelê me yê li herêmê dikin ku bi hêzên me re dibin  alîkar “.

(nse/kc)

ANHA