Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gavên ber bi avakirina Meclîsa Giştî ya Jinê ve hatin avêtin

MIZGÎN ELÎ

KOBANÊ – Endama Rêveberiya Kongreya Star Newroz Kobanê da zanîn ku avakirina Meclîsên Jinê ên tax û gundewarên bajarê Kobanê, di çarçoveya amadekariyên avakirina Meclîsa Giştî ya Jinê ye.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Kobanê, Newroz Kobanê derbarê avakirina Meclîsên Jinê de axivî û wiha got: ″Kongreya Star li tax û gundewarên  bajarê Kobanê 22 Meclîsên Jinê ava kirin û Komîteyên wê yên Lihevanîn, Perwerde, Aborî, Parastin û Tenduristî ava kirin.″

Newroz got ku xebatên avakirina Meclîsên Jinê li tax û gundewarên bajarê Kobanê di çarçoveya amadekariyên avakirina Meclîsa Giştî ya Jinê ya Kantona Kobanê de, pêk hat.

Newroz da zanîn ku armanca ji avakirina Meclîsên Jinê, rêxistinkirina jinê di hemû qadên jiyanê de ye û da jin bikaribe xwe birêve bibe. Newroz wiha domand: ″Bi riya Meclîsan, nasnameya jinê tê parastin û rol wê di civakê de aktîf dibe. Her wiha jin ji êrîş derûnî û cesedî jî, tê parastin.″

Newroz destnîşan kir ku dê di demên pêş de, Meclîsa Aborî ya Jinê li ser asta Kantona Kobanê were avakirin û bang li tevahî jinên herêmê kir ku bi awayekî aktîf beşdarî xebatên Meclîsan bibin.

(mm)

ANHA