Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Gefên Tirkiyê bandor li ser hilbijartinan nekir’

EFRÎN  – Sekireterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku ku hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê wê zemîna demokratîkbûyîna Sûriye ava bike û daxuyakirin ku tehîdên Tirkiyê bandor li ser hilbijartinan nekir.

Serkirtêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mihyedîn Şêx Alî ku ji bo hilbijartinên meclîsên rêveberên herêmê mafê xweyê dengdayînê bi kar anî re girîngiya hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê di dema ku êrîşên artêşa Tirk li ser herêma Efrînê têne kirin ji ajansa me nirxand.

Şêx Alî daxuyakirin ku hilbijartin di atmosfêreke bi coş û bê tirs de bi rêve dice û got ku şêniyên kantonê ji sateen sibehê ve berê xwe dane navendên dengdayînê.

Şêx Alî bal kişand ku tevî tehdîdên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê bi armanca têkbirina sîstema demokratîk, tevlîbûna gel a ji bo hilbijartinan bi germahî didome. Mihyedîn Şêx Alî got ku gefên dewleta Tirk bandor li ser hilbijartinan nekir, berevajî vê yekê şêniyên kantona Efrînê hevgirtina xwe ava kirin û bi hêz dikin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriye (Yekîtî) Mihyedîn Şêx Alî tekez kir ku hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê dê zemîna demokratîkbûyîna Sûriye ava bike.

(bb)

ANHA