Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gel serwextî çanda xwe bûne.. Mehrîcana Orkêş

Dîmen

MÛRADA KENDA – EHMED SEMÎR

QAMIŞLO – Kesên ku ‘Mehrîcana Orkêş’ bi rêve dibin gotin ku eger tevahiya çand û zimanên Bakurê Sûriyeyê li ser yek dikê hatine cem hev, tê wateya ku gelên herêmê bi rihê demê re çand, ziman, nasname û mûzîka resen nas kirine.

Nivîkar, lêkolîner  û folkolornasê Kurd Salihê Heydo ku wekî endamê Komîteya Nirxandinê di Mehrîcana Orkêş de cih digre, derbarê girîngiya mehrîcanê de ji nûçecîhana ANHA’yê re axivî.

‘Nasnameyên gelan hatine cihekî’

Salihê Heydo bal kişand ku tişta herî girîng ew e folkolor, ziman, çand û nasnameyên tevahiya gelan li cem hev dicivin.-QAMISLO-NERINEN-QUMITEYA-AMEDEKAR (2)

Salihê Heydor amaje bi vê yekê kir ku keç û xorên Bakurê Sûriyeyê bi cil û bergên xwe yên rengîn, bi saz û awazên xwe yên cuda cuda hatine û li ser dikekê kom bûne.

Lêkolînvan Kurd got “Li cihekî wiha ku hemû gel kom dibin, tê wê wateyê ku hemû gel bi biratî ji hev hez dikin, ji çand, dîrok, ziman û stranên hev hez dikin. Ev diyar dike ku gelê me serwextî çand, mûzîk û zimanê xwe bûye.”

‘Mozayîka federaliyê li vir civiyaye’

Endama Komîteya Amadekar a Mehrîcanê Rûken Cûdî jî diyar kir ku wan li gorî mûzayîka projeya federal  a Bakurê Sûriyeyê ku tê de hemû pêkhate di nav de cih digrin, xwet ku hemû pêkhate û çandan bînin ser yek dikê, her yek li gorî rê û resmên xwe, li gorî taybetmendiyên xwe bi cewherê xwe yên resen çanda xwe nîşan bide.

‘Armanca sereke ev e’

Rûken cûdî anî ziman ku armanca wan ya sereke ne pêşbirka di navbera koman de ye ku astên serkeftinê werin destnîşankirin, lê belê armanca bingehîn ew e ku hemû gel li gorî rihê demê werin ba hev û çandên xwe nîşanî cîhanê bidin.-QAMISLO-NERINEN-QUMITEYA-AMEDEKAR (1)

Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Amadekar ji 12 kesên ku nûnertiya çand û hunera Kurdî, Erebî û Suryanî dikin pêk tê, Komîteya Nirxandinê ya mehrîcanê jî ji 5 kesên pisporên mûzîk, folkolor, gotin û sazbendiyê hatiye avakirin.

Li gorî bernameya mehrîcanê wê di roja dawî ya mehrîcanê de ango 31’ê kanûna 2017’an de 3 komên herî zîrek û balkêş ji aliyê Komîteya Nirxandinê ve werin diyarkirin. Ev her sê kom tevî komên din jî wê xelatan werbigrin.

Di 23’yê kanûna 2017’an de ‘Yekemîn Mehrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan’ li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Mehrîcan roja 31’ê kanûnê bi dawî dibe.

(he)

ANHA