Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Efrînê cenazeyên du têkoşeran oxir kir

EFRÎN – Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanê YPG’ê Ceger Hesen û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şêxmûs Mûstefa oxir kirin.

Cindirês

Bi sedan welatiyên herêma Cindirêsê, nûnerên TEV-DEM’ê û saziyên sivîl cenazeyê şervanê YPG’ê Ceger Hesen (Ferîd Efrîn) ku li gundê Merenazê yê girêdayî Kantona Şahbayê şehîd bû, ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra ya li herêma Cindirêsê ve ketin rê. EFR-CINDIRESE-MARASIMA-SEHID-FERID-EFRIN1 (3)

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG’ê Mehmûd Qerso axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û bal kişand ser rola şehîdan di avakirina jiyaneke azad de.

Qerso da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst rojane çeteyên xwe dişîne herêmê da ewlehiya herêmê derb bikin û projeya Federal bin bixin. Qerso wiha domand: “Tirkiyê ditirse ku yekîtiya gelên herêmê ava bibe û azadiya xwe bi dest bixin”.

Her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Reşîd jî soza şopandina riya şehîdan û pêkanîna armancên wan, da.

Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” de hat veşartin.
EFR-CINDIRESE-MARASIMA-SEHID-FERID-EFRIN1 (2)

Efrîn   

Şêniyên bajarê Efrînê jî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şêxmûs Mûstefa li goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna oxir kirin. Di merasîma oxirkirinê de nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Piştre Seroka Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Behcet Ebdo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser fedekariya têkoşerên azadiyê di parastina axa welat de.

Her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Abdîn Şêxo û xalê şehîd, Hisên Mustefa jî soza şopandina riya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê dan.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê di nava dirûşmeyên “Şehîd namirin” de hat veşartin.

(mm)

ANHA

EFR-CINDIRESE-MARASIMA-SEHID-FERID-EFRIN1 (1)