Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê li ser fikrê Ocalan perwerde dîtibe tu carî têknaçe

SILAVA IBREHÎM-MACDA CELÛD

HESEKÊ- Endamên Partiya Çep a Kurd diyar kirin ku di encama komplo de hikûmeta Tirk bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tenê neman, lê belê dixwazin hebûna gelê kurd ji holê rabike.

Endamên Partiya Çep a Kurd li Sûriyê derbarê nêzîkbûna roja 15’ê sibat roja komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji ajansa me re axivîn û gotin ku armanca dewleta Tirk tunekirina gelê kurd e.HSK-NERINA-PARTIYA-CEP

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Feremez Nûrî Hiso got ku komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Rêber Ocalan berxwedan û jiyana gelên blindest e. Tevî rewşa giran a girtina birêz Ocalan ev nêzî 3 sal in di nava tecrîdê de tecrîda giran li ser hatiye ferizkirin.Dewketa Tirk nizane çi bike, ji bo îradeya gelê kurd bişkîne.”

Hiso, da zanîn ku tevlî hemû kiryarên xwe yên hovane dewleta Tirk nikare îradeya gelê kurd ê berxwedê r bişîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd wê tu carî dest ji doza xwe ya azadiyê bernede, kurd wê tu carî dest ji berxwedana ji bo azadiya Ocalan bernedin û wê ji bo wê tekoşînê bidomîn in.”

Hiso, her wiha da zanîn ku Erdogan dixwaze gelê kurd tune bike û wiha dom kir: “Gelê kurd neviyên Ocalan in. Gelê ku li ser fikrê Ocalan hatibe perwedekirin wê tu kes nikaribe îradeya wî bişkîne. Komploya wan a li dijî gelê kurd didome, êrîşa li ser Efrînê jî berdewama komploye. Dixwazin pirojeya Netewa Demokratîk li Bakurê Sûriyê têk bibin.”

Hiso, di dawiya axaftina xwe soza da ku wê wekî endamên Partiya Çep a Kurd wê bê rawestan ji bo azadiya Ocalan tekoşînê bikin û da zanîn ku ew bawer in ku wê Berxwedana Serdemê li dijî dewleta Tirk a dagirker biserkeve.HSK-NERINA-PARTIYA-CEP2

Endama Partiya Çep a Kurd a Sûriyê Xalsa Qasim jî derbarê mijarê wiha axivî: “Rêber Abdulah Ocalan xwedî fikir û felsefeyeke hêjaye. Îradeya li gel wî li gel tu aliyan nîne. Dewleta Tirk ku ev 19 sal in Rêber Ocalan dîlgirtine û naxwazin wî serbest berdin. Rêber Ocalan zext û zulma li ser hemû mirovahiyê derdixist. Dewleta Tirk ji vê yekê ditirse, ji ber wê ji destpêka ew dîl girtine, dewleta Tirk dixwaze Ocalan û gel ji he dûr bixe. Ji ber vê yekê jî ewqas tecrîda giran li ser dane meşandin.”

Xalsa Qasim di dawiya axaftina xwe de jî got ku dewleta Tirk dixwaz îradeya gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê binpê bike û wiha got: “Efrîn dilê Bakurê Sûriyê ye, ew dilê her kesekî Sûrîye, emê tu carî dev ji Efrînê bernedin. Wê Rêberê me Ocalan jî azad bibe. “

(dc)

ANHA