Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Minbicê li dijî hewldanên ʺderxistina tevleheviyanʺ daketin qadan

MINBIC – Şêniyên Minbicê li dijî hin aliyên ku destwerdanê bi karûbarên hundirîn ên Minbicê dikin û hewl didin fitne û teleheviyê çêbkin, daketin qadan.MINBICE-MESA (1)

Meş ji çerxereya El-Beta bi beşdarbûna rêveber û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û gelek rûsipiyên herêmê ku ji gel xwestin derkevin qadan, hate destpêkirin. Meş wê heta qada giştî dewam bike.

Ev meş di çarçoveya şermezarkirina hewldanên rejîma Baas a Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya derxistina tevleheviyê li Minbicê û xerabkirina rewşa ewlekarî li Minbicê. Şênî di meşê de tekez dikin ku ew van hewldanan red dikin û ew ê li rex rêveberiya Minbicê û hêzên wê yên leşkerî bisekinin.

Di meşê de, pankêrtinʺNa ji dagirkeriya Tirkiyê reʺ,ʺErê ji ewlekariyê reʺ, Ji bo hezkirin û aştiya welat serî hildin ʺûʺNa ji zordarî û fitneyê re, erê ji aştî û biratiya gelan reʺ vekiribûn.

Meş didome.

(kc)

ANHA