Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Minbicê peyam da: Em yek in, tu kes nikare me ji hev qut bike

MINBIC – Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê di meşê de axivî û gotʺKesên ku kuştinê dixwazin bila ji bajarê Minbicê derkevin. Em zarokên aştî ne.ʺ Her wiha şêxên êlên Minbicê jî gotin ku gelên Minbicê yek e û destwerdanên derve gel ji hev qut nake.MINBEG-AXAFTINI-SEXO IDARI-ASIRA (1)

Bi armanca şermezarkirina destwerdanên dewleta Tirk û rejîma Baas di karûbarên Minbicê û hewldana derxistina tevlehevî û fitneyan li herêmê, gelê Minbicê îro daketin qadan û helwesta xwe diyar kirin.

Meşa ku Ii ser daxwaza rûsipiyên êlên Minbicê hate lidarxistin, ji çerxereya El-Beta hate destpêkirin. Meşvanan  ala Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ala Meclîsa Jinê, Erka Xweparastinê û Tevgera Ciwanên  Ereb a Demokratîk rakiribûn û pankêrtinʺ Na ji dagirkeriya Tirkiyê reʺ,ʺErê ji ewlekariyê reʺ, Ji bo hezkirin û aştiya welat serî hildin ʺûʺNa ji zordarî û fitneyê re, erê ji aştî û biratiya gelan reʺvekiribûn.

Meş li qada giştî ya bajarê Minbicê veghurî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê Îbrahîm Qeftan axivî û diyar kir ku kesên ku kuştin di vî bajarî de dixwazin yan jî kesên provaksyona kuştinê dikin bila ji vî bajarî derkevin û gotʺEm zarokên aştî neʺ.

 

Yek ji rûsipiyên Êla El-Bobena Riyad El-Elawî axivî û gotʺEm îro daketin  qadan da ku her kes zanibe gelê Minbicê yeke û tu kes nikare bi ftineyan û netewan me ji hev dûr bixîne. Destê me ji her kesî re dirêj kiriye, em bi aştî re ne û li dijî şer in.ʺ

El-Elawî bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê û gotʺEm dixwazin bi her kesî re li gorî rêgezên jiyana hevbeş bijîn.ʺMINBEG-AXAFTINI-SEXO IDARI-ASIRA (2)

Şêxê Êla El-Beno Seîd Fehed Xelîl Şelaş jî axivî û got ku ew dixwazin ji cîhanê re tevahî îsbat bikin ku ew wekî bira (Ereb, Kurd, Turkmen, Çerkes) bi hev re li Minbicê dijîn û wiha pê de çûʺJi vê derê em peyama na ji fitneyan re didin. Em bi biratiya gelan û jiyana hevbeş re ne û destên ku dirêjî welatê me bibin wê qut bibe.ʺ

Şelaş destnîşan kir ku ew wekî şêxên êlên Minbicê dibêjin bi tu alî bi ewlekariya welatê wan nelîzin û bes e ji kuştin û wêrankirinê re.

Endama Meclîsa Zagonsaz Emel Dada û Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihsin Casim jî di meşê de axîvin û banga welatyan kirin  ku ji komployên ku li dijî gelan têne amadekirin hişyar bin.

Mîtîng bi dûrişmeyên   redkirina fitneyan di navbera pêkhateyan de û dewamkirina jiyanê li ser rêgeza jiyana hevbeş û biratiya  gelan bi dawî bû.

(kc)

ANHA