Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Qamişlo şehîd Fermandar Xebat bi bîr anî

Dîmen

QAMIŞLO – Gelê Kantona Qamişlo şehîd Fermandar Xebat Dêrik di 6′emîn salvegera şehadeta wî de bi bîr anîn.DRK-BIRANINA-S-XEBAT-DERIK (1)

Merasîma bîranînê bi beşdariya bi hezaran gelên Kantonê li goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê hat lidarxistin. Welatiyan wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û kulîlk rakirin û berê xwe dan goristanê.

Di merasîmê de her wiha Berdevkê Fermî yê YPG′ê Nûrî Mehmûd, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Asya Ebdullah û= Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo jî amade bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Nûrî Mehmûd axivî û diyar kir ku şehîd Fermandar Xebat bingeha YPG′ê ava kir. Nûrî wiha got, ″Em bejna xwe li hember şehîdên ku em gihandin vê qonaxa dîrokî ditewînin. Hêza ku şehîd Fermandar Xebat ava kiriye, bûye hêza herî xurt a li dijî DAIŞ′ê û hemû gelên Bakurê Sûriyê diparêze.″

Mehmûd di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku şehîd Fermandar Xebat bi têkoşîn û berxwedana xwe dihat nasîn riya şehîdan dişopand.

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de soz da şehîd Xebat ku ew ê şopdarên riya wî bin û herêmê di terorê rizgar bikin. DRK-BIRANINA-S-XEBAT-DERIK (6)

Di berdewama merasîmê de Asya Ebdullah jî axivî û da zanîn ku tevî zehmetî û êrîşên dewleta Tirk ên faşîst ên li dijî gelê Kurd, şehîd Fermandar Xebat bi Tevgera Azadiya Kurdistanê, felsefeya Ocalan û xeta şehîdan ve girêdayî bû.″

Asya her wiha diyar kir ku şehîd Fermandar Xebat bi îsrar têkoşîna xwe di asta herî bilind de dimeşand û wiha got, ″Şehîd Fermandar Xebat di şoreşa Rojava de roleke pêşeng dilîst û hêza leşkerî (YPG) ava kir. Hêzên QSD′ê ku week tekane hêza şerê li dijî terorê dike tê nasîn û bû hêzeke rewa, berhema vê kedê ye.″

Asya di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan û têkbirina komployên li dijî destkeftiyên şoreşa Rojava da. DRK-BIRANINA-S-XEBAT-DERIK (8)

Her wiha birayê şehîd Femandar Xebat, Hisên Mehmûd axivî, bixêrhatina beşdaran kir û got ku şehîd Xebat şehîdê hemû malbatên Kurdistanê ye. Hisên soza şopandina riya birayê xwe da, heta ku gelên Bakurê Sûriyê azadiya xwe bi dest bixin.

Piştî axaftinan malbata damezrînerê YPG′ê, şehîd Fermandar Xebat Dêrik wêneyek wî pêşkêş YPG′ê kirin. Wêne ji aliyê Berdevkê Fermî yê YPG′ê Nûrî Mehmûd wêne wergirt.

Di dawiya merasîma bîranînê de, gora şehîd Fermandar Xebat Dêrik bi kulîlkan hat xemilandin û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ hatin berzkirin.

(mm)

ANHA