Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Qamişlo sersaxî ji malbatên du şehîdan re xwestin

QAMIŞLO – Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbatên Hêvî Amara û Akif Gefer ku cih û dîrokên cûda de şehîd bibûn, xwestin.QAM-KONE-SER-SAXIYE (3)

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê berê xwe dan konê sersaxiyê  yên şervana YJA-STAR Hêzîl Umer(Hêvî Amara) ku li Herêmên Parastina Medya şehîd bibû û şervanê YPG`ê Abdullah Îbrahîm (Akif Gefer) ku di Berxwedana Serdemê de, şehîd bibû û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Konê sersaxiyê li ber Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hatibû vedan.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê hate destpêkirin, paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Umar Mûsa, bi navê Asayîşê Aram Qamişlo, bi navê Desteya Şaredariyan Cozêf Lehdo û bi navê malbata şehîd Hêvî, Elî Umer axaftin hatin kirin.QAM-KONE-SER-SAXIYE (1)

Axafitvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin ku ew şehîdên xwe di oxira parastina welat û gelê xwe de didin.

Her wiha di axaftinan de hate gotin ku, êrîşa li dijî Efrînê dewamiya komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Merasîm heta saetên ber êvarê dewam dike.

(kc)

ANHA