Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Reqayê bi hevkarî pirsgirêk çareser kirin

EYN ÎSA- Şêniyên gundên Bakurê Reqayê bi insyatîfa xwe pere berhev kirin û dînemoya ava ya bi navê “Medexeya Bilindkirinê” temîr kirin. Ji vê dînemoya li ser Bîra El-Heşim av diçe sê bîrên din.

Şêniyên gundên bakurê Reqayê bi awayekî hevbeş bere berhev kirin û dînemyoa avdanê ya Refi ku avê dide sê dînemoyên din temîr kirin. Dînemyona behsa mijarê li ser Bîra El-Heşim hatibû danîn û ji ber mayînên çeteyên DAIŞ’ê raewstiya bû. Şêniyên herêmê ji vê dînemoyê zeviyên xwe av didan. Hate gotin 90 hezar dewnim zevî li ber wê dînemoyê tê avdan. Şêniyên Êyn Îsa ji ber avdana zeviyan jiyana xwe pêk tînin.EN ISA-CEKIRNA-XETEN-AVE (2)

Di navenda El-Refin de bargeha ceyranê ya 66’an ku hemû navendên dayîna avê yên bakurê Reqayê li ser dixebitin, heye.

Dînemyonê herêmê ji aliyê çeteyan ve bi zanebûn hatin xirakirin.  Çeteyan mayîn di navendan de bi cih kirin.

Di navenda Refi ku sala 1985’an de hatiye vekirin, baregeha 66’an a ceyranê heye. Ev bargeha ceyranê dide dînemoyn Silûk, Heşiye û Eyn Îsa yên kantona Girê Spî ya herêma Firatê. Tamîrkirina wê jî tê wateya ku dînemoyên din jî bikevin xizmetê.

Hemû xwediyên zeviyên 90 hezar donim ji bo her donimekî 300 lîreyên Sûriyê dan, cotkar îsa El-Hemd ji alyiê welatiyan ve ji bo pêkanîna kar hate erkdarkirin. Ewê li ser xebatên temîrkirina navendê bisekine.

Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Receb El-Ebo got ku welatiyên herêmê ji ber tunebûna avê feqîrî jiyan dikin û wiha dom kir: “Em debara xwe ya jiyanî li ser çandiniyê pêk tînin.”

RECEB ALEBO ISA ALHEMED

Berpirsyarê dînemoyê Îsa El-Hemed jî derbaêr mijarê de got ku heger ew dînemo careke din xebitî wê gelê herêmê êdî nema hewcedarên alîkairya bin û wiha dom kir: “Em bang li rêxistinan dikin ku mayînan rabikin û alîkariya me bikin ku em karibin navendê temîr bikin û zeviyên xwe av bidin.”

(dc)

ANHA

EN ISA-CEKIRNA-XETEN-AVE (3) EN ISA-CEKIRNA-XETEN-AVE (1)