Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Şehbayê ji bo parastina Efrînê amade ye

ŞEHBA – Gelê kantona Şehbayê piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker raghand.

Gelê kantona Şehbayê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî  Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li navçeya Kefernaya ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk Mihemed Mehmûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew piştgiriya xwe  ji bo gelê Efrînê radighînin û ew ê parastina axa xwe ji dagirkeriya Tirkiyê bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew wekê gelê Sûriyê destûr nadin ku axa wan werê dagirkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, hate gotin ku gelê Şehbayê amade ye li berê xwe bide eniyên şer û bersiva êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê bide.

(kc)

ANHA