Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ser piyan e

ŞEHBA – Bi sedan şêniyên Kantona Şehbayê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser Efrîn û Şehba, şermezar kirin.SEHBA-MESA-JI-BO-RESOK (3).JPG

Tevgera Ciwan Ereb a Demokratîk di bin dûrişmeya’Bê serok jiyan nabe û rûmet bi hebûna dagirkeriyê tune ye’ û di çarçoveya hemeleya’Welat welatê me ye û tolhildan soza me ye’ li Kantona Şehbayê meşek ji bo şermezarkirina tecrîda  li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û topbarankirina artêşa Tirk a dagirker li ser Şehba û Efrînê, organîze kir.

Her wiha nûnerên Hevbendiya Demokratîk Niştimanî ya Sûrî, MSD, Desteya Rûspî û Êlan û Meclîsa Rêveber a Kantona Şehbayê, tevlî meşê bûn.

Meş ji ber Navenda Asayîşa Kefernaye dest pê kir. Di meşê de dûrişmeyên”Ey dagirker derkeve gelê Kantona Şehbayê serê xwe natewîne, ciwanê Ereb azad in, bijî Şehba, bijî berxwedaniya Hêzên Şoreşger û na ji dagirkeriyê re” dihatin berizkirin.

Tevlîbûna jinên ciwan di meşê de bala mirovan dikşand. Di meşê de,  gel ala Yekîtkya Jina Azad a Şehba, al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyê hildabûn.SEHBA-MESA-JI-BO-RESOK (6).JPG

Meşa ku li konlanên navçeya Kefernaya dewam kir, li qada dibistana Kefernaya veghurî mitîngê. Di mitîngê de, Endamê Rêveber a Tevgera Ciwanên Ereb a Damokratîk Adil Feraşîn, Hevseroka Meclîsa Bab Fîdan  Osman, Endamê Buroya Ciwanên MSD`ê Merwan Yûsif û Endama Yekîtiya Jina azad ya Kantona Şehba Mîdiya Hemdî, axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê Kantona Şehbayê wê li hemberî hemû  êrîşên artêşa Tirk a dagirker bisekine û ji bo avakirina Sûriyeke demokatîk ji bo hemû gelan, ew ê piştgirî bidin Hêzên Şoreşger.

Her wiha axafitvanan anîn ziman ku Ocalan rêberê hemû gelan e.

Mitîng bi dûrişmeyên”Şehîd namirin, bijî berxwedana Ocalan, şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê” bi dawî bû.

(mh/kc)

ANHA