Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Şengalê dîlgirtina Ocalan weke fermana li ser gelê Êzidî dibîne

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Şengalê meşiyeke girseyî ji bo azadiya Ocalan û şermezar kirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat. Gelê Şengalê gotin, ″Em dîl girtina Rêber Apo, weke fermana li ser civaka Êzidî dibînin.″

Gelê Şengalê meşeke girseyî li dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya di sala 1999’an de di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd yê azadîxwaz pêk hat, meşeke girseyî lidar xist. Meşa girseyî ya bi dirûşma ‘Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok’ li ber avahiya şaredariya Şengalê destpê kir heya Qada Şehîdan berdewam kir. Pankartên ’15’ê Sibat rûreşiye, navdewletiye’ û ‘Rêber Apo Vîna Gelan e’ hatin rakirin. Her wiha posterên Ocalan û al û sembolên Êzidiyan hatin rakirin.Li Qada Şehîdan ya Şengalê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Rîham Hico ve hate xwendin.

Di daxuyaniya gelê Şengalê de hate gotin ku komploya navnetewî ya li dijî Ocalan dikeve sala 20’an û niha bi şêweyên cûda berdewam dike.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;

Komploya li dijî Rêber Apo 19 sal li pişt xwe hişt û dikeve sala 20’an. Lê, em dizanin ku komplo ji 6’ê Nîsana 1996’an ve destpê kiriye bi girtina Rêber Apo ya di 15’ê Sibata 1999’an de jî gihîştiye lûtkeyê. Dewleta Tirk û hevalbendên wî xwestin bi komploya li dijî Rêber Apo îradeya gelê Kurd bişikînin û Tevgera Azadiyê tune bikin. Lê me dît ku piştî girtina Rêber Apo bi dehan kes  li derdora Rêber Apo kom bûn û çalakiyên fedayî lidar xistin. Bi vî awayî komploya 15’ê Sibatê ji aliyê gel û Rêber Apo ve hate vala hate derxistin.

Dema komploya 15’ê Sibatê hate vala derxistin vê carê bi şêweyên cûda berdewam kirin û êrîşê projeya Rêber Apo ya jin kirin. Hedef girtina sê jinên şoreşger Sakîne, Rojbîn û Ronahî berdewamiya komploya navnetewî bû. Pêvajoya pişt vê jî bi gi girtina bi dehan siyasetmedar, çalakvan, rewşenbîr, rojnamevan û parlementeran berdewam kir.

Êrîşa hovane ya ev zêdeyî 20 rojane li ser Efrînê tê meşandin jî berdewama komploya navnetewiye. Hemû hêza xwe bikar tînin û hejmareke zêde ya sivîlan qetil dikin. Hêzên cîhanî yên di komploya li dijî Rêber Apo de cihê xwe girtin tiliya xwe di êrîşên li ser Efrînê de jî heye. Di serê van de Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropa tê û bêdengiya wan jî vê gumanê zêde dike.

Em weke civaka Êzîdî, komploya li ser Rêber Apo weke fermana li ser civaka Êzidî dibînin. Em dîl girtina Rêber Apo weke tune kirina gelên bindest, kêm netewe û baweriyan dibînin û şermezar dikin. Em weke Civaka Êzidî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dikin ku li dijî ev kiryarên ne hiqûqî yên li dijî Rêber Apo derkevin, ev dewlet û sazî zagonên xwe careke din di ber çavan re derbas bikin û pêk bînin.  Her wiha bang li hemû derdor û kesên azadîxwaz û demokratîk jî dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Em bang li civaka Êzidî jî dikin ku 3’ê Tebaxa 2014’an bîne bîra xwe û bi vê hest û zaniste xwedî li Rêber Apo derkeve. Xwedî derketina li Rêber Apo erkê her kesekî Êzidiye.

Meşa girseyî ku dibin baraneke dijwar de pêk hat bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî’, ‘Bimre Hêzên Komploger’ bi dawî bû.