Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelê Tirbespiyê: Efrîn ji terora we xurtir e

QAMIŞLO – Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk  ên li ser Efrînê daketin qadan.  TIR-NIRININ GEL U MIŞ (3)

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê beşdarî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên Ii ser herêma Efrînê bûn û piştgirî dan berxwedana Efrînê.

Meş ji Akademiya Şehîd Yekta Herekol dest pê kir ber bi sûka navendî ve herikî. Meşvanan wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ′ê hildan û pankartên ″Efrîn ji terora we xurtire″ vekirin.

Meşvan li sûka navendî rawestiyan. Li wir Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Ibrahîm, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê Hediye Şemo, Endama Kongreya Star Asya Cuma, Endamê Partiya Yekîtî ya Demokratîk li Sûriyê Nûşîn Bêcirmanêî, bi navê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ebas Huseynî, axivîn. TIR-NIRININ GEL U MIŞ (1)

Axaftvanan diyar kirin ku Efrîn ne bi tenê ye û gotin ku wê hemû gelên aştîxwaz piştgiriya berxwedana gelê Efrînê bikin. Her wiha axaftvanan berxwedana şervanên YPG/YPJ′ê silav kirin.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(mm)

ANHA