Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Gelên  Rojhilata Navîn azadiya xwe di fikir û felsfeya rêber Ocalan de dîtin’

KADIR ÎBRAHÎM

QAMIŞO – Şêxê Êla El-Cewale Feysel Reşîd El-Hemîd ê navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi girtin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan pîvanên mirovahî û exlaqî binpê kirin û gotʺGelên  Rojhilata Navîn azadiya xwe di fikir û felsfeya rêber Ocalan de dîtinʺ.

Feysel Reşîd El-Hemîd ku ji  ajansa  me re axivî da zanîn ku fikir û felsefeya Ocalan li ser erdê pêk hat û bû nimûneya jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb  û Suryan de ji hemû cîhanê re.

El-Hemîd ku Abdullah Ocalan bi Rêberê neteweyî bi nav kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi girtin û tecrîda li ser Ocalan pîvanên exlaqî û mirovahî bin pêkirine.

Şêxê Êla El-Cewale ji dewleta Tirk xwest ku rewşa Ocalan a tenduristî eşkere bike û destûra serdanan bide.

Feysel Reşîd di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotʺDivê rêxistinên navneteweyî û mafê mirovan destwerdan bike û tecrîda ku dewleta Tirk li ser Ocalan feriz kiriye û bi riya wê dixwaze îradeya gelên Rojhilata Navîn bişkîne, rabike. Ji  ber gelên  Rojhilata Navîn azadiya xwe di fikir û felsfeya rêber Ocalan de dîtin.ʺ

(kc)

ANHA