Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Geliyê Firatê azad dibe-1

Dîmen

Bendava Firatê

NAZDAR EBDÎ

REQQA – Geliyê Firat ku damarek sereke ya aborî, çandinî, petrol, stasyona ceyrana Sûriyê ye. Şervanên Odeyan Çalakiyan ya Xezaba Firatê ji bo ku vê herêmê ji zilma DAIŞ rizgar bikin, ji 4′ê mijdara 2016’dan ve, hameleyek berfireh dane destpêkirin.

Ev çend roje şerên dijwar li bakûr û başûrê cemê Firatê didome. Şerê li Geliyê Firatê û rizgar kirinê wê ji zilma DAIŞ wê guhertinek mezin li herêmê  bide çêkirin. Ji bo herêma Firata li Bakûrê Suriyê dikeve çend navên cûda tê bikaranîn. Wek  Herêmên Geliyê Firat, Cezîra Firatê, Bûka Firatê û hwd. Lê Geliyê Firatê ku weke Firata Navîn jî tê binavkirin û wek wargeha şaristaniya Marî û Terqa yê tênaskirin.REQQA-DOSIYA-BENDAVA-FIRATE2

Ev gelî ji herêmên Tebqa, Bendava Firat, Reqqa û Dêrazorê pêk tê. Ku niha firehiyek mezin jê di deste Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye.  Nemaze niha rizgarkirina her çar deveran ji aliyê QSD`ê ve di rojeva Sûriyê û hemû cîhanê de ye. Em ê di vê dosyê de him herêm Firata Navîn bidin naskirin û rewşa aktuel ya niha raxin berçavan.

Bendava Firatê (Tebqa)

Bendava Firatê, piştî Bendava El-Alî (Bilind) a li Misirê, duyemîn mezintirîn bendavên Erebistanê (welatên ereban) e. Her wiha weke mezintirîn projeyên hevpar ên di navbera Yekîtiya Soviyet û rejîma Sûriyê de tê nasîn.

Bendav li ser çemê Firatê, nêzî Kelha Caber, 55 Km rojavayê bajarê Reqqa û 150 Km rojhilatê bajarê Helebê hatiye avakirin. Li pişt xwe jî gola El-Esed çêdike.

Projeya bendavê di sala 1970`yan de hat danîn û di nav 8 salan de, heya sala 1978`an hat avakirin. Lê belê di sala 1975`an de bendavê dikaribû dest bi kar bike.REQQA-DOSIYA-BENDAVA-FIRATE5

Li gorî endezyar Ginady Nifidiyof ku bi xwe di projeya avakirina bendavê de amade bû, bendav li ser 3 pêvajoyan hatiye avakirin. Ya yekemîn komkirina axê (kolandin û lihêmkirina hesin bû), pêvajoya duyemîn a avakirina Stasyonê û girtina riya çem bû ku di 5`ê Tîrmeha 1973`yan de bi dawî bû û riya çemê Firatê bi temamî hat girtin. Di vê navberê de êdî hinek yekîneyên bendavê hatibûn şixulandin û ceyran hildibirandin. Pêvajoya sêyem jî a dawîkirina avakirina bendavê bû, ev jî di 18`ê Adara 1978`an de bû. Dirêjahiya bendavê 4.5 Km û bilindahiya xwe jî zêdeyî 60 m ye.

Bendav Firatê salê 2.5 milyar Kîlowat Seat ceyran hilberîne

Bendav ji xwe stasyoneke Hidroelektrik e. Li gorî pisporan karîna hilberîna enerjiya bendavê ya Hidroelektrik 880 MW e. Her wiha salane jî 2.5 milyar KîloW/seat de hildibirîne. Di roja me Bendav ji deh ceyrana Sûriyê bi giştî pêşwazî dike. Li Suriyê bigiştî salê 39 milyar kilowat seat ceyran tê xerc kirin. Lewra bendav hîmek sereke yê aboriya herêmên Bakurê Sûriyê û çandiniya wan e. Her wiha damara sereke ya hilberandina ceyrana parçeyek mezin ji Sûriyê ye.

Bendav li pişt xwe golek mezin çêdike. Firehiya wê 8 km û dirêjahiya wê jî 80 Km ye. Herêmên derdora vê golê ji bo çandiniyê gelek fêde ji golê digirin.

DAIŞ`ê dagir kir û zirar gihandêREQQA-DOSIYA-BENDAVA-FIRATE4

Çeteyên DAIŞ di mehên destpêkê yên sala 2014`an de bendav kontrol kirin û veguherandin wargheke sereke ya rêvebirina êrîşên “terorîst” ên dijî welatên Ewropa û rojavayê Kurdistan. Her wiha li gorî çavdêran, çeteyan bendav weke baregek serçeteyên xwe û perwerdekirina çeteyên biyanî bikar dianî.

Neteweyên Yekbûyî di 15`ê Sibata bûrî de, daxuyaniyek dabû û hişyariya hilweşandina Bedava Tebqayê kiribû. NY`yê di rapora xwe de diyar kiribû ku rêjeya ava gola Esed a pişt bendavê heya 10 metroyan bilind buye. NY`yê got:”Ev ji ber barîna zêde ya baran û berfê, DAIŞ`ê 3 torbînên stasyonê vekirine û vê jî hişt ku erdên piştî bendavê binav bibin”.

NY`yê hişyarî kiribû ku eger bendav hilweşe ew ê çarenûsa herêmên pişt bendavê ji Reqqayê heya Dêrazorê xeternak be.REQQA-DOSIYA-BENDAVA-FIRATE3

Hêzên Xezeba Firatê di dawiya qonaxa duyemîn a Xezeba Firatê de nêzî bendava Firatê bûn û di qonaxa sêyemîn de jî armanç dikin ku bendavê bi temamî rizgar bikin. Li gorî daxuyaniyek Fermandariya Navendî ya Amerîkayê “kontrolkirina bendava Tebqayê wê Reqqa ji hersê aliyên bakur, rojava û rojhilatê ve îzole bike û gavek pêwîst a rizgarkirina Reqqayê pêk bîne”.

SIBA: Bajarê Tebqa

ANHA