Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Geliyê Firatê azad dibe -2

Bajarê Tebqa

NAZDAR EBDÎ

REQQA – Piştî bendava Firatê di rêza Geliyê Firatê, bajarê Tebqayê tê. Bajar ji bo rizgarkirina Reqqayê gavek bingehîn e.çALAKIYA DAKETINA ASîMANî

Geliyê Firat niha bi destê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk gav bi gav tê rizgarkirin. Di rêza vî geliyî de piştî bendava Firatê, bajarê Tebqayê tê. Bajar bi serê xwe na, lê ji bo Reqqayê cihek stratejîk tê binavkirin. Li gorî fermandariya opereysona Xezeba Firatê bajarê Tebqayê pêngavek di planameya hemleya Xezeba Firatê de ye.

Lewra ev bajarê ku ev demek dirêj di rojeva cîhanê de ye, li ku dikeve, xwedî çi taybetmendiyan e û di aliyê leşkerî de girtina wî tê çi wateyê?. Di rêza duyemîn a dosyaya xwe de, em ê li Tebqayê rawestin.

Tebqa

Di dema avakirina bendava Firatê li ser çemê Firatê (1970-1978), karker, endezyar û xebatkarên bendavê li herêmeke nêzî bendavê wargehek ava kirin. Bi demê re ev hat pêşxistin û bajarê Tebqayê hat avakirin. Li gorî agahiyan wê deme derdora hezar xebatkar, endezyar û karkerên soviyet bi malbatên xwe re (tevî malbatan hijmar digihişt 3 hezarî) hatin herêmê û li Tebqayê bicih bibûn. Her wiha bi van karker û xebatkarên ji Sûriyê jî li wir bicih bibûn.sûka Balê..

Bajar girêdayî parêzgeha Reqqayê ye û li rexê başûr rojavayê bendavê ye. 43 Km dûrî bajarê Reqqayê ye. Piştî bajarê Girê Spî duyemîn mezintirîn bajarên parêzgeha Reqqayê ye. Li bajar stasyon, sazî, navendên hilberîna ji bendavê re pêwîst, projeyên çandiniyê û hwd hene. Bendava Firat, stasyona hilberandina ceyranê, gola Asad û Kelha Caiber girêdayî bajar in.

Taybetmendiyek vî bajarî heye ku hemû avahî û herêma xwe ya rejîma Baasê ne. Ango herêm nikare li ser navê kesekî bê tabokirin. Lê bi gîştî heya beriya şoreşa Sûriyê nêzî 150 hezar kes li wir dijiyan.

Li gorî daneyan û agahiyên ku koçberên ji herêmê dan, bajar ji 2 herêman pêk tê. Ya yekemîn ji 4 taxan pêk tê û digihêje bakurê gola Asad. Herêma duyemîn jî heya başûr rojavayê Tebqayê fireh dibe. Ev herêm heya riya Navnetewî ya di navbera Reqqa-Helebê.

Di nav şoreşê deçALAKIYA DAKETINA ASîMANî1

Di çaryeka destpêkê ya sala 2013’an de, komên çekdarên Artêşa Azad bajarê Tebqa ji hêzên rejîmê stendin. Komên AA zêde libajar neman û di mehên destpêkê yên sala 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê bajar dagir kirin. Paşê DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de balafirgeha Tebqayê ji hêzên rejîma Baasê girtin.

Van beşek mezin ji binesaziya bajar hilweşandin. Li gorî raporan, çeteyan 3 stasyonên avê û 5 burcên depoyên avê ruxandin.

Operesyona rizgarkirina bajar

Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di 21’ê Adarê de, operesyona rizgarkirina Bajarê Tebqa û Bendava Firat ji çeteyên DAIŞ’ê dan destpêkirin. Lê beriya destpêkirina, balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî baregeh û nuqteyên çeteyan ên li bajarê Tebqayê bombebaran dikirin.

Li gorî daxuyaniyeke Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, di nav 4 mehan de balafirên koalîsyonê 300 derbeyên asîmanî dijî nuqteyên çeteyan pêk anîn. Di van êrîşan de bi sedan çete hatin kuştin.

Pêngavek girîng a ber bi Reqqayê

Bajarê Tebqa weke navendeke sereke ya pêşwazîkirin, bicihkirin û perwerdekirina çeteyên biyanî yên DAIŞ’ê dihat zanîn. Her wiha çeteyan ji vir êrîşên “terorîst” ên dijî welatên Ewropa û rojavayê plan dikirin.

Bi girtina bajarê Tebqayê re, ew ê riya van çeteyan a derketina Ewropayê bê girtin. Her wiha riya çeteyan a ber bi rojavayê çemê Fıratê bi temamî bê girtin. Dîsa ew ê bajarê Reqqayê misoger ji aliyê rojava û başûr rojavayê ve bê îzolekirin.

Li gorî daxuyaniyeke Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, li ber bajar balafirgeha Tebqa ya leşkerî ya stratejîk jî heye. “Girtina wê balafirgehê ji bo hêzên me armancek stratejîk e.”

Li aliyê din ji ber bajar digihêje riya navnetewî ya di navbera Reqqa û Helebê, ew ê bi rizgarkirina wî riya çeteyan a girtina piştgirî, cebilxane û lojistîkê ji dewleta Tirk û derveyî Sûriyê bi temamî qut bibe.

ANHA