Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelo DAIŞ’ê wê Idlibê bigre?

Tîrast Cûdî

EFRÎN- Çeteyên DAIŞ’ê li gundên Heleb û Idlibê li ser hesabê hêzên rêjîma Sûriyê pêş ve dice. Ev pêşketin piştî ku DAIŞ’ê di meha cotmehê de piştî 150 kîlometre herêmên rêjîmê derbas kir, ji nişka ve li Çola El-Rehcan ku di di bin destê Cebhet El-Nusra de bû, derket.

Çeteyên DAIŞ’ê bi vê yekê rewşa li Heleb û Idlibê ji bo xwe bikara nîn û hebûna xwe careke din li herêmê bi cih kir. Ev yek yan wê di riya ku bi Cebhet El-Nusra re bibin yek, an jî wê bi navekî nû derkeve hole. El-Colanî jî di daxuyaniya xwe ya bi deng de îşaret bi vê yekê kir.

Derketina DAIŞ’ê ya li gundên Heleb û Idlibê dikare bibe riya ku careke din xwe di nava herêmê de birêxistin bike û ciwanên herêmê tevlî xwe bikin. Ev pêşketina behsa mijarê di dema ku di navbera Tirkiyê û Amarîka de nakokî hene pêk hatiye. Serokomarê Tirkiyê Erdgoan hebûna DAIŞ’ê wekî xeter li ser ewelekariya Tirkiyê nabîne. Lê hebûna hêzên QSD’ê ku hevarkên Amarîka ne ji xwe re wekî xeter dibîne. QSD’ê ber bi tunekirina DAIŞ’ê ya li Sûriyê ve hatiye. Lê DAIŞ’ê careke din dûrî herêmên QSD’ê derdikeve. Ev deketina wan peyama dijberiyê ya dewleta Tirk û Rûsiya ya li dijî kaolîsyona li dijî DAIŞ’ê ku Amarîka serkêşiya wê dike ye. Peyama wan jî ewe DAIŞ dimîne û wê mezin bibe.

Geşedanên dawî û gefên dewleta Tirk û mezinkirina wê di aliyê ragîhandinê de, li pişt xwe pêşketina çeteyên DAIŞ’ê ya li ser hesabê hêzên rêjîm,ê li Idlibê û herêma Ebû Dihûr vedişêre. Li vir gelek çek û cebilxane bi destxistine. Ev yek tiştê li Reqa û Mûsilê pêk hat tîne bîra mirov. Ihtîmala ku careke din DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk riyeke bejahî bi Tirkiêy re peyda bike.

Di heman demê de li Hema hêzên rêjîmê û komên girêdayî wê li aliyekî û çeteyên girêdayî Dewleta Tirk li aliyê din di şerê dijwar de ne. Ev şer li nêzî herêmên DAIŞ’ê xwe di nava bê dengiyê de mezin dike pêk tê. Diyar ku tê payîn ku çeteyên DAIŞ’ê herêmek berfireh ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk bigredest. Dibêjin ku ev hêza çeteyan jî wê bike sere Efîrnê.

Ji ber vê yekê divê hemû welatên cîhanê û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê derbarê van geşedanan de siyasetên xwe careke din di ber çavan re derbas bikin.  Rûsya bi awayekî yekser bi behaneya şerê li dijî DAIŞ’ê derbasî xaka Sûriyê bû. Rewşa li wir ji xwe re bikar anî û herêmên Sûriyê topbaran dike. Dewleta Tirk jî dayîka DAIŞ’ê û hemû komên çete yên di herêmê de derketin bû, bi hemû hêza xwe piştgiriya wan dikir.

Idliba ku niha bi dehan komên terrorist ên wekî Partiya Islamî ya Tirkstanî, Cebhet El-Nusra, çeteyên Cund El-Eqsa û rêxistinên din tê de hene tê payîn ku bingeheke ji bo çeteyên DAIŞ’ê careke din xwe komî ser hev bike û dibe ku ev bi navekî nû derkeve hole.

(dc)

ANHA