Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelo dê bûyerên ku li Helebê rû dan, li Idlibê dûbare bibin?

Nûrhat  Hesen

EFRÎN – Di dema dawî de li parêzgeha Idlibê ya bakurê Sûriyê gelek bûyer rû didin û mijara serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li ser bajar di gelek dezghên çapemeniyê de hat destnîşankirin.EFRIN-GELO-IDLIB-WE-BIBE-YA-RUSYA-U-REJIME (2)

Li bajarê Idlibê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Ehrar El-Şam de şerekî dijwar rû da. Di encamê de bajar ket destê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam.

Çawa bajar ket bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam?

Di destpêka meha Hezîranê de li sînorê di navbera bajarê Idlibê û Tirkiyê de, di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Ehrar El-Şam de şer dest pê kir. Herdû komên çete ji aliyê Tirkiyê ve têne destekirin. Lê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji Ehrar El-Şam bêtir herêm bi dest xistine. Her wiha Ehrar El-Şam xwedî fikrekî radîkale û bandora El-Qayîdê pir li ser wê heye. Ji ber van sedeman, gelek Endamên Ehrar El-Şam tevlî nava çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bûn.

Heyet Terîr El-Şam dest danî ser hemû sînorê di navbera Idlibê û Tirkiyê de, da desteka Tirkiyê li ser Ehrar El-Şam qut bike û di vê yekê de bi ser ket. Herêmên ku li ser sînor ji aliyê van çeteyan ve hatine desteserkirin ev in ″Erîha ya dikeve gundewarên Hemayê, deriyê sînor ê Xirbit Coz ku wekî deriyê bazirganiyê yê di navbera Idlibê û Tirkiyê de tê nasîn, deriyê Bab El-Hew û bajaroka Dara Izê ya dikeve gundewarên rojavayê Helebê″.

Bi vê yekê bazirganiya ku di navbera Tirkiyê û Idlibê de pêk tê, ket bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam.

Idlib bû wargeha çeteyên opozisyonê..EFRIN-GELO-IDLIB-WE-BIBE-YA-RUSYA-U-REJIME (3)

Di encama hevpeymanên Rûsî-Tirkî de, komên çete yên opozisyona Sûrî ji taxên Dareya, Weir, Qisêr û hwd hatin derxistin û li bajarê Idlibê (yê li ser sînorê herêmên destê QSD′ê) de hatin bicihkirin.

Çavkaniyeke herêmî ji ANHA′yê re ragihand ku piraniya wan komên çete tevlî ava çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bûn û hin ji wan berê xwe dan herêmên Şahbayê yên dagirkirî.

Idlib niha bûye wargeha çeteyên girêdayî opozsiyona Sûrî.

Armanca ji van bûyeran çi ye?

Hemû bûyerên ku li bajarê Idlibê di xizmeta berjewendiyên herêmî û navneteweyî. Tirkiyê dixwest ku gelek komên çete tevlî Ehrar El-Şam bike û hêzeke niştîmanî ava bike, rakirina ala şoreşê ji aliyê wan ve nîşaneya vê yekê bû. Lê piştî ku Ehrar El-Şam ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam de ji Idlibê hat derxistin, ev plana Tirkiyê bin ket.

Herî zêde Rûsya ji van bûyeran sûd werdigire. Hebûna komên çete li Idlibê, êrîşên Rûsya û rêjîma Baas li ser herêmê rewa dike.

Li aliyekî jî di navbera Tirkiyê û Rûsya de nîqaş têne kirin ku Idlib veguhere herêmeke kêmkirina şer. Lê wezîrê karê derve ya Rûsî, da xuyakirin ku zehmete Idlib veguhere herêmeke kêmkirina şer û da zanîn eger planên Rûsya derbarê Idlibê de hebin, ew bi bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam re re tu lihevkirinan pêk naynin.

Dê Rûsya bi hevkariya Tirkiyê, komên çete yên girêdayî opozisyonê tesfiye bike. piraniya komên ku tevlî nava Heyet Tehrîr El-Şam bûn, wekî terorîst hatin diyarkirin. Dê Heyet Tehrîr El-Şam bibe hedefa hemû hêzên ku bixwazin dest deynin ser Idlibê.

Tirkiyê di dema dawî de Heleb radestî Rûsya kir, her wiha komên çete ji gelek taxên Şamê û Humsê hatin derxistin. Ne dûre ku Tirkiyê Idlibê jî radestî Rûsya bike. Ev yek ji aliyê Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ceyş El-Siwar, Ehmed Sultan (ku bi eslê xwe ji bajarê Idlibê ye) ve hat tekezkirin.

Dê di demên pêş de li Idlibê gelek guhertin rû bidin. Dibê ku Rûsya û hêzên xwe, operasyonên leşkerî dest pê dikin, da dest deynin ser Idlibê.

(mm)

ANHA