Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelo dê rewşa Til Efer piştî rizgarkirinê çi be?

ANALÎZ

EKREM BEREKAT

Li herêma Tilefer a Iraqê, şerê rizgarkirinê ji çeteyên DAIŞ`ê, dest pê kir. Lê pirsa girîng; Piştî rizgarkirinê wê  çarenûsa bajarê Tilefer çi be? Gelo dê ev herêm ber bi şerekî herêmî ve here, lê wê wekî bajarê Mûsilê ku bûye cihê şerê olî, mezhebî û neteweyî  be, yan jî wê Tilefer wekî Şengalê wê xwe bi xwe rêvebibe.

Serok Wezîrê Iraqê  Heyder El-Ebadî di 20`ê Tebaxê de, operasyona paqijkirina bajarê Tileferê ku mezintirîn bargehên çeteyên DAIŞ`ê li Parêzgeha Nînewe ya Bakûrê Îraqê ye, raghand.

Operasyona kontrolkirina Tileferê, piştî kontorkirina bajarê Mûsilê bi du mehan hate destpêkirn.

Herêma Tilefer dikeve girêdayî Parêzgeha Nînewe li aliyê bakûrê Iraqêye. Hejmara şêniyên wê 300 hezar e û piraniya wan ji Turkmenê in Sune ne û beşekî biçûk jî ji Turkmenê in Şêî ne. Her wiha pêkhateya kurd û ereb jî di Tileferê de dijîn. Di heman demê de, navçeya Zemar, Rebîe û El-Eyadiye girêdayî Tileferê ne.

Li rojhilatê Tileferê Mûsil, li bakûrê wê herêma Dahok, li rojavayê wê Şengal û li başûrê wê jî herêma El-Hedir, dikeve. Tilefer ku 450 Km li bakûrê Bexdadê ye, di nava sê goşeya Iraq-Sûrî-Tirkî de ye.

Herêma Tilefer ji ber li ser rêya di navbera Bîlad Şam(Sûriyê, Lubnan, Filistin, Urdin), Îran û Asya Navîn dikeve û her wiha navgîna di navbera bajarê Mûsilê û Sûriyê de, giringiyeke xwe ya dîrokî û stratejîk heye. Her wiha di Tilefer de, kelehên dîrokî û perestgehên ku dîroka wan vedegerê serdema Aşûriyan, hene.

Piştî derbasbûna Emerîkiya di 2003`an de li Iraqê, tevgera Rêxistina El-Qaîde li herêma Tilefer zêde bû û gelek teqîn û şer li wir rû dan.

Di sala 2014`an de, çeteyên DAIŞ`ê bajarê Tilefer xistin bin kontrola xwe û ji wê demê û heta niha Tilefer bû yek ji cihên serçeteyên DAIŞ û taybet serçeteyên ku ji derve tên.

Her wiha çeteyên DAIŞ`ê herêma Tilefet wekî navenda amadekirina êrîşan li ser herêmê bi kar dianî.

Li gorî hîn raporan, heta niha gelek serçeteyên DAIŞ`ê di Tileferê de ne.

Operasyona kontrolkirina Tileferê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Iraqî(Yekîneyên Dijî Terorê, Hêzên Destwerdana Lezgîn, Polîsên Federal, Artêşa Iraqê û Heşd Şebî) hatiye destpêkirin. Her wiha li gorî Berdevkê Heşd Şebî Ehmed Esedî, şêwermendên leşkerî yên  Iran û Huzbellah jî cihên xwe di  nava operasyona kontrolkirina Mûsilê de, digrin.

Bi derxistina çeteyên DAIŞ`ê ji herêma Tilefer, êdî herêmên serweriya DAIŞ`ê li Iraqê kêm dibe. Bi gotineke din, êdî çeteyên DAIŞ`ê tenê li navçeya El-Şerqat a girêdayî parzêgeha Selahdedîn, navçeya El-Hewîce ya parêzgeha Kerkûkê û li hin gund û bajarokên parêzgeha Enbarê, dimînin.

Bi nêrandina operasyona kontrolkirina Tilefer,  diyar dibe ku êdî Tilefer bûye noqteya şerê hêzên herîmî ku sibaroja wê ne diyar e. Tevî ku Hêzên Heşd Şebî bin fermandariya Artêşa Iraq û Serokwezîrê Iraqê de tevdigerin, lê Heşd Şebî yekser girêdayî Îranê ye. Ji aliyekî din ve jî, li gorî analîzkirina siyasetmedar, Turkmen girêdayî Tirkiyê ne, ji ber vê yekê jî Tilefer  bûye hedefa Îran û Tirkiyê.

Li herêma Tilefer a Iraqê, şerê rizgarkirinê ji çeteyên DAIŞ`ê, li dar e. Lê pirsa girîng; Piştî rizgarkirinê wê  çarenûsa Tilefer çi be?Gelo wê bibe herêmeke şerên herîmî, lê wê wekî bajarê Mûsilê ku bûye cihê şerê olî, mezhebî û neteweyî  be, yan jî wê Tilefer wekî Şengalê wê xwe bi xwe rêvebibe.

(kc)

ANHA