Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelo dê sponserên Astanayê şerê hev bikin!?

ANALÎZ

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Rûsiye, Tirkiye û komên çeteyên wê, Îran, rejîma Sûriyê, Hizbullah û çeteyên DAIŞ’ê niha li firehiyek bi qasî 190 Km2 ya Babê de kom bûne, her hêzek ji van dixwaze bajar dagir bike û di oxira wê de niştecihên herêmê dikin qurbaniya van pîlanên xwe. Lê gelo em ê di rojên pêş de rastî şerê dijminên duh û dostên îro bên, gelo dê bi rastî ew ê bi rastî ev hêz hemû dê li hember DAIŞ’ê bibin yek?

Hemû hêzên navbûrî ji bo bajarê Babê yê ku 38 Km dikeve bakur -rojhilatê Helebê bikin bin serweriya xwe de, bi mehane amadekariyan dikin. Lê belê di demeke ku tu hêz ji van nikare bajar bigire, xeta hevsengî û planên cengê 180 derece zîviriye.

Bab bajarek dîrokî ku vedigere serdemên Hisî, Mîtanî û Aramiyan. Berê navê “Tî ma” a ku bi Kurdî tê wateya “Tîbûnê” lê dihat kirin. nemaze tê gotin ku herêm deştek çol û ziwa bû. Yaqûtê Hemwî di pirtûka xwe “Mûcam El-Buldan” de bajar weke “erdek fireh, mirov hilak û wenda dike” binav kir. lê paşê navê wê veguherî “Bab Bezaa”. Nexasim ew deriyê derbasbûna herêma Bezza ya dîrokî ye.

Bajarê Bab ê ku 30 Km dûrî sînorê Tirkiyê ye. 157 gund ku ji wan 124 gundên Kurdan in, 52 mezre, 4 navçe û gelek bajarok, girêdayî bajar in. Her wiha li herêmê 140 hezar kesên ji kurd, ereb, tirkumen, ermen û çerkesan dijîn.

Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de bajar dagir kir û ji xwe re kir paytextek aborî. Nemaze hemû tiştên (hatinên) ji Tirkiyê dihatin li Babê dihatin komkirin û ji wir belavî herêmên din ên Sûriye û Iraqê dihatin kirin. li aliyê din DAIŞ’ê bajarê Minbicê ji xwe re kiribû navendek leşkerî.

Lê belê dema hêzên QSD’ê di 12’ê Tebaxa 2016’an de bajarê Minbicê ji DAIŞ’ê rizgar kirin, tirsa Tirkî ji yekbûna kantonên Kobanê û Efrîn zêde bû û piştî 22 rojan di 24’ê Tebaxa 2016’an de dest werda Sûriyê û bajarê Cerablusê di nav çend seatan de dagir kir. ji vir bi erêkirinek Rûsî li herêmê fireh bû û heya hawirdora Babê pêşve hat. Di vê navberê de Tirkiye beramberî girtina bajarê Babê -bi tîfaqekê- çekdarên xwe ji Helebê kişandin û berê wan da Babê.

Piştî terkirina Helebê, êdî Bab ji bo Tirkiyê veguherî deverek parastina ava rû. Nemaze eger Bab negire dihat wateya têkçûna plana wê ya avakirina dagirkeriyekê li Sûriyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev 2 meh in gihiştin tixûbên bajarê Babê. Lê heya dîroka duh nikaribûn bi qasî metreyekê jî derbasî bajar bibin.

Çima Tirkiya ewqas li pey girtina Babê ye?

Mîna me li jor jî anî ziman, girtina Babê tê wateya mayindekirina dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê. Lê tişta jê wêdetir ku Tirkiye ji bo wê dixwaze Bab dagir bike, ewe ku riya şervanên QSD’ê ya ber bi Efrînê ve û avakirina Federasyona Bakurê Sûriyê bigire. Xala 3’yemîn û ya ku heya niha nehatibû binavkirin, ewe ku bajarê Babê serê Sêgoşeya ku Tirkiye dixwaze xwe bigihînê ye. Ango eger Tirkiye Babê bigire, ew ê riya xwe ya ber bi Reqqa, Minbic û Xenasir ve veke.

Devera sêyemîn (Xenasir) hedefa dûr a vê planê ye. bi girtina Xenasir re, bajarê Heleb car din dikeve dorpêça komên çeteyên Tirkiyê. Ev jî riya Tirkiyê ya vegera li Helebê vedike.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, difikirî ku ew ê girtina Babê û pêkanîna plana xwe hêsan be. Lê di gava yekemîn a pêkanîna planê de rastî berxwedana hêzên şoreşger û YPG’ê yên li Efrîn û Şehbayê hatin. Paşê êdî berjewendiyên herdu Hevbendan (DAIŞ/Tirkiyê) dijberî hev hatin. Vê jî plana Tirkiyê asteng kir.

Rejîm dixwaze li Bakurê Sûriyê vegere

Li pêşiya têkçûna plana Tirkiyê, rejîma Sûriyê firset bikar anî. Di demeke ku Rûsiye û Tirkiye beriya civîna Astanayê di 30’yê Kanûna 2016’an de agirbest pêk anîn û paşê ji vir çûn civîna Astanayê, artêşa Sûriyê seknandina êrîşên çeteyên girêdayî Tirkiyê bikar anî û bi piştgiriyek Îranî û Rûsî ber bi Babê ve pêş ket. rejîmê dikaribû di nav 22 rojan de Babê ji aliyê başûr û rojhilatê ve dorpêş bike û niha 3 Km nêzî bajar e.

Rejîma Sûriyê jî dixwaze bi riya girtina Babê re, li Bakurê Sûriyê vegere û xwe lê bicih bike. Li aliyê din jî dixwaze herêmê ji bo misogeriya parastina Helebê jî bikar bîne. Bi vê yekê re xewna vegera komên çete yên Tirkiyê li Helebê ji holê radike û parêzgeha Idlibê ji 3 aliyan ve dorpêç dike.

Li Babê sponserên Astanayê pev diçin!

Niha li Babê di firehiya 190 Km2 ji derveyî DAIŞ’ê 2 hêz tên pêşberî hevûdin; Tirkiye û çeteyên wê li aliyekî û rejîma Sûriyê û hevkarên xwe li aliyê din. Niha Rûsiye hemû hewldanên xwe dike da ku hêzên rejîmê û Tirkiyê ji pevçûnan dûr bixîne. Lê ev ê heya ku derbasdar be jî ne diyar e?.

Lê pirsa xwe radixe pêş, ew ê kî Babê bigire?. Rejîma Sûriyê yan Tirkiye, yan ew ê herdu jî li hember DAIŞ’ê bibin yek. Gelo ew ê Bab veguhere qada cenga di navbera Tirkiye û Rejîma Sûriyê û hevkarên wê ku ev di 23’yê Çileyê de li Astanayê hatibûn gel hev (dostên duh). Lê em ê di rojên pêş de li pêşberî sînaryoyên nû bin?

(ne)

ANHA