Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelo girîngiya stratejîk a balefirxaneya Ebû Zihûr çi ye?

TOLÎN HESEN

EFRÎN – Li gundewarê başûrê Idlibê û bi taybet li derdora balefirxaneya Ebû Zihûr şer û pevçûnên giran di navbera hêzên rêjîma Sûriyeyê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigire de rû didin. Gelo girîngiya stratejîk a balefirxaneyê çi ye?

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyeyê derbasî aliyekî balefirxaneya Ebû Zihûr a leşkerî ya başûrê Idlibê bûne û êrîşeke giran bi ser çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ve birine û di encamê de eva dawî neçar ma piştî ziyanên mezin paşve vekişe.

Çeteyên Cebhet El-Nusra di êrîşeke bersivdar de deverên ku winda kirine vegerandin û balefirxaneya Ebû Zihûr û hin deverên derdora wê dîsa bi dest xwe ve anîn û bi dehan leşkerên rêjîma Sûriyeyê kuştin û dîl girtin. Malperên nêzî çeteyên Cebhet El-Nusra hin dîmen belav kirin û têde diyar dibe ku wan leşkerên rêjîma Sûriyeyê dîl girtine.

Li rex van pevçûnên giran li gundewarê başûrê Idlibê ku heta niha berdewam in, pirsa derdikeve holê ew e ku Gelo girîngiya stratejîk a balefirxaneya Ebû Zihûr çi ye û çima  çete bi hemû hêza xwe naxwazin winda bikin?

Balefirxaneya leşkerî ya Ebû Zihûr

Balefirxaneya leşkerî ya Ebû Zihûr duyemîn mezintirîn balefirxaneya leşkerî di Sûriyeyê de ye û têde 22 hingarên balefiran têde hene û 50 km başûrê bajarê Idlibê û 50 km başûrrojavayê bajarê Helebê dikeve.

Balefirxaneya Ebû Zihûr di navenda sêgşeya hersê parêzgehên Idlib, Heleb û Hemayê de hatiye avakirin. Ji ber vê yekê xwedî girîngyeke mezin e û serweriya xwe li ser van hersê parêzgehan dike. Rûpîvana balefirxaneyê 8 km karê ye û têde 20 hingarên binerd hene.

Li gorî çavdêran armanca rêjîma Sûriyeyê bi riya vê çalakiya leşkerî ku li gundewarên parêzgehên Hema û Idlibê dest pê kiriye ew e ku riya sereke ya ber bi Helebê ve biparêze ku ev rê di bajaroka Ebû Zihûr û balefirxaneya wê re derbas dibe. Her wiha riya hesin a ku di heman deverê re derbas dibe ji bo wê herî guncaw e da ku gundewarê rojava û rojhilatê Helebê bi gundewarên Idlib û Hemayê ve girê bide, bi taybet ji ber ku evan dever li derveyî hevpeymana herêmên kêmpevçûn in, tevî ku evan dever di bin serweriya Cebhet El-Nusra de ne. Nemaze devera di navbera Sincar û Ebû Zihûr de ku deverên rojhilat û rojavayê Idlibê ji hevûdu cûda dike.

Her wiha armanca rêjîma Sûriyeyê ne tenê wergirtina balefirxaneya Ebû Zihûr e, lê belê hewl dide riya xwe ya bejahî bi Îranê re vebike û balefirxaneyê veguherîne baregeheke leşkerî ya serbixwe û alîkariyê ji baregeha Çiyayê Ezan a li devera Çiyayê Semanê ya gundewarê başûrê Helebê werbigire ku di sala 2015’an de ji aliyê Îranê û milîsên Şîayî ve hatiye avakirin. Her wiha parastina riya di navbera Heleb û Dîmeşqê de û ji Idlibê ve jî nêzîk dibe. Her wiha metirsiyên li ser baregehên Îranê yên li başûrê Sûriyeyê yên nêzî sînorê bi Îsraîlê re kêm dibe.

Evan nirxandinên di derbarê armancên hemleyê de ne, lê aliyê wê yê veşartî girîngiya wê ya stratejîk e û girêdayî bajaroka Fûha ya Idlibê ye ku piraniya niştecihên wê Şîayî ne û tê gotin ku hejmara welatiyên Şîayî yên herdu bajarokên Fûha û Kefreya nêzî 40 hezar kes in û ev bêtirî du sal in ji aliyê Cebhet El-Nusra ve hatine dûrpêçkirin, da ku Îran pilana xwe ya avakirina Şîayî temam bike.

Li gorî nirxandina çavdêran ji van pêşveçûnan re, rewşa Idlibê û tişta ku têde niha rû dide li gorî pilansaziya Astanayê tê meşandin ew e ku rêjîmê bigihêje devera Ebû Zihûr û êrîşên xwe dijwartir bike weke ku şerê çeteyên Cebhet El-Nusra dike were nîşandan da ku çeteyên Cebhet El-Nusra ji rojhilatê riya hesin û riya sereke ya aliyê bakurê balefirxaneya Ebû Zihûr re bêne veguhestin. Her wiha ihtîmal e li dijî deverên bajaroka Seraqib êrîş pêk werin da ku bigihêjin bajarokên Fûha û Kefreya. Derbasbûna artêşa Tirkiyeyê û xwebicihkirina di bajarê Idlibê û li gelek deverên girêdayî wê weke Xezanat, Xan Şêxûn, Wadî El-Dêf da ku artêşa Tirk perwerde bike û parêzgeha Idlibê li nexşeya Tirkiyeyê zêde bike.

Hin çavkaniyên pêbawer ji Idlibê destnîşan kirin ku rêjîmê balefirxaneya Ebû Zihûr bi alîkariya Tirkiyeyê bi riya çeteyên DAIŞ’ê wergirtiye û dibe ku DAIŞ li herêmên rojhilatê Idlibê bêtir belav bibin û ev yekê dê hincetekê peyda bike da ku Cebhet El-Nusra beşdarî DAIŞ’ê bibe û hebûna Tirkiyeyê di Idlibê de biparêze.

Hêjyaî gotinê ye Cebhet El-Nusra di bin navê Fetih El-Şam de serweriya balefirxaneya Ebû Zihûr kir piştî ku hêzên rêjîmê têde nêzî du salan dorpêç kirin û piştî du salên din Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) dîsa balefirxaneyê bi fermana Tirkiyeyê radestî rêjîma Sûriyeyê û milîsên Îranê dike.

(jh)

ANHA