Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelo Tirkiyê dê êrîşî Efrînê bike?

ANALÎZ

SILÊMAN EHMED

EFRÎN – Tirkiye dem dem êrîşî herêma Efrînê dike. Gelê Efrînê jî ji destpêka aloziya Sûriyê de li hember êrîşan li ber xwe dide. Ji Fermandarên YPG`ê Mehmûd Berxwedan got: “Yê hewil bide dest bighîne xaka Efrînê dê nikaribe jê derbikeve.”

EFRÎN

Yek ji bajarên Rojava ye, her wiha nevenda kantona Efrînê ya herêma Efrînê ye. Li koşeya herî bakurê rojavayê sînorê Sûriyê – Tirkiyê ye. Ji aliyê rojava ve, Lîwa Iskenderon û ji aliyê bakur ve xeta tirênê ya ji Meydan Ekbesê heta Kilisê ye. ji aliyê rojhilat ve Ezaz û ji aliyê başûr ve jî herêma çiyayê Semaanê ye.

Efrîn ku herêmeke çiyayîye, navîna bilindahiya wê 700 – 1269 metre ye. cihê herî bilind Girê Mezin e û beşek ji rêze çiyayên Toros e di Sûriyê de. Firewhiya Efrînê derdora 3 hezar û 850 Km2  ango derdora ji % 2 ji fireiya Sûriyê ye.

Di Efrînê de her wiha deşt hene, di nav re çemê Efrînê diherike, nêzî 85Km di Sûriyê re diherike û wek çavkaniyê avê yê herî girîng tê hesab kirin.

Efrîn 63 Km ji Helebê ve dûre. Hejmara niştecihên navenda bajêr derdora 50 hezar kese. Ji bilî bajarê Efrînê ji 7 navçeyan “ Şera , Şiyê, Cindirêsê, Reco, Bilbilê, Mabeta û Şêrewa“ pêk tê. Her wiha ji 366 gundan pêk tê. Bi giştî hejmara niştecihên herêma Efrînê û navçeyên wê li gorî serjimariya hikûmeta Sûriyê ya sala 2012`an 523 hezar û 258 kes in, piraniya niştecihan Kurd in ji % 90 pêk tînin.

Efrîn di alozya Sûriyê de

Bi destpêka aolziya Sûriyê re di buhara 2011`an de û heta nîvê sala 2012`an, Efrînê xeta bajarên din negirt, lê belê xwe ji aliyê rêxistinî û leşkerî ve amade kir da li dijî rejîmê şoreşê dest pê bike(zemîneya gelerî amade bû her tevgerekî li dijî rejîmê pêk bîne ).

Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê 2012`an li Rojava dest pê kir, tavilê meşaleya azadiyê li Efrînê jî vêket û li dijî rejîma hakim serî hilda. Lê ew yek bi rengekî rêxistinkirî bû, bê ku berjewendiya giştî ya gelê rastî ziyanan were.

Di dawiya 2012`an û destpêka 2013`an de, Efrîn ji daîreyên ewlehiyên Baasê hate baqijkirin . Efrîn bi temamî paqij bû da dest bi qonaxeke nû ya avakirina Saziyan û heykeliya rêxistinî bike û gel xwe bi xwe li gor rêgeza Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Netewa Demokratîk birêve bir.

Êrîşên mezin ên çeteyan ser kantona Efrînê

Piştî Efrîn ji dezgehên ewlehiya Sûriyê hate paqijkirin. AKP`ê  ya ku Tiriyê hukim dike, dest bi tevgerkirina komên çeteyên ku destekê dide wan kir da êrîş kantona Efrînê bikin.

Di sala 2013`an de, komên çete yên girêdayî Tirkiyê bi serkêşiya çeteyê bi navê Emar Dadîxî yê ku Lîwa Asîfet El-Şeman birêve diber, ji aliyê bajarê Ezazê ve êrîş gundê Qestel Cindo kir, lê hewildanên wan vala hatin derxistin.

Di Êlûna heman salê de, çeteyên DAIŞ`ê bi hevkariya komên çete yên girêdayî koalisyona Sûrî, êrîşeke berfireh ji aliyê Dêrbeût, Dêwa û Celemê ve anîn ser herêma Cindirêsê, van êrîşan derdora mehekê dirêj kir. Tevî ku ji aliyê çekên hatine bikanîn ve wek ya herî tune bû, lê komên çete gavekê jî li hemberî lehengiya bexwedana YPG/YPJ` pêşve neçûn.

Êrîşên li ser Efrînê nesekinîn. Lê belê li navçeya Şêrewa zêde bû û bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebdulqadir Salih ku serçeteyê Lîwa El-Tewîd a Helebê bû û komê herî mezin a girêdayî yên navê Artêşa Sûrî ya Azad li xwe kirine bû, êrîşên herî dijwar li herêmê pêk anîn.

Li ser banga şêniyan ji bersivdana êrîşan ber bi rizgarkirinê ve

Ji ber kiryarên çeteyan derheqê herêmên Şahba û li ser banga şêniyên herêmên Şahba  YPG/YPJ`ê, Artêşa Şoreşgeran, Hêzên Eşîreyan û her wekî din hêzên Ii herêma Efrînê hebûn, rabûn ser pêyan ber bi rizgarkirina herêmên Şahba ve.

Di destpêka sala 2016`an de hêzên YPG/YPJ`ê, Artêşa Şoreşgeran, Hêzên Eşîreyan û her wekî din hêzên Ii herêma Efrînê dest bi hemleya rizgarkirina herêmên Şahba kir da ku ji çeteyan paqij bikin. Van hêzan bi dehan gund û gundik (belde), rizgar kirin.

Tevî ku gund û gundikên herêmên Şahba hatin rizgarkirin, artêşa Tirk a dagirker dest bi êrîşên berfireh li ser wan herêman kir, ji êrîşên herî dijwar jî êrîşa bi serkêşiya çeteyên Ceyş El-Sune ku Tirkiyê ji Humsê anîn Ezazê, ya li dijî gundê Eyn Deqnê bû. Di nava rojan de bi sedan çete hatin kuştin, ew şer wek şerekî dîrokî bû.

Artêşa Tirk a dagirker hê jî li derdora kantona Efrînê êrîş dike, lê di encama berxwedana zarokên rojê û Bakurê Sûriyê, vala tên derxistin.

Rêbaza parastina rewa sedema herî girîng a serkeftina li hemberî êrîşan e

Rêber Abdullah  Ocalan di parêznameya “ Parastina ji bo Gel “ de, dibêje ku di rastiyê de di xwezayê de tu canewerekî bê xweparastin tune ye, her canewerek (jîndar) di rêya bertekên bi armanca parastina xwe digre dest de û parastina hebûna xwe dike, ji van canewerên jîndar ên heyî jî mirov e ku ji canewerên jîndar ên din zêdetir bi zanebûn û hişyarî, parastina  hebûna xwe dike. Dîroka pêşveçûna xweparastinê jî aliyekî dîroka mirovahiyê pêk tîne.

Xweparastin, xwedispêre bingeha civaka rêxistinkirî. Civaka rêxistinkirî ew civaka ku di asta herî bilind de parastina xwe dike ye. Divê sîstema xweparastinê di tevahî civakan de hebe.

Bi vê rêgezê û felsefeya ku Abdulah Ocalan ji gel re xêz kiriye, şêniyên Efrînê demildest xweparastin xurt kirin da ku parastina xwe ji êrîşên awarte bikin. Şêniyan bi rengê komên bi çûk dest bi perwerdehiya çawaniya bikaranîna çekan kirin û li kêleka hêzên ku parastina Efrînê dikin, dest bi xweparastinê kirin.  Piştî zêdeyî ji % 50 ji şêniyan hatin perwerdekirin, dest bi avakirina tabûrên parastinê hate kirin. hê jî şêniyên herêmê li ser vê rêbazê dimeşin.

Tirkiyê dikare êrîş Efrînê bike?EFRIN-DOSYA (2)

Piştî dewleta Tirk a dagirker xaka Sûriyê ya Idlibê binpê kir. Rojane Tirkiyê nîşan dide dê êrş herêna Efrînê bike. Lê herêma Efrînê di encama yekîtiya şêniyan û biratiya gelan û jiyana hevbeş de kesê bixwaze êrîş bike dê li hember wî ne hêsan be, berovajî bajarên din ên Sûriyê . Kantona Kobanê jî îsrara hêzên hene yên li ser rêya berxwedanê, nîşana herî mezin bû.

Tirkiyê ji ber çend sedeman nikare derbasî Efrînê bibe. Yekem Tirkiyê baş dizane ku ew bi awayekî zêde bi hêz hatiye parastin, ji bilî ku xwezaya wê jî çiyayî ye, ev yek jî jiberxwedanê re alîkar dibe. Duwem, her êrîşekî Tirkiyê tê wateya şerê vekirî bi YPG`ê û YPJ`ê re, li hemû eniyan jî dê bersivê bidin.  Sêyem, Efrîn ji Kobanê cûda ye, Efrîn rêyên xwe yên vekirî hene, dikare ji gelek alî ve cebilxaneyan bigihîne hêzên xwe û dê ji her aliyekî be jî bersiva êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê bide.

Her êrîşek ji aliyê AKP`ê ser herêma Efrînê dê şerekî vekirî di navbera komên çete û artêşa Tirk a dagirker ji aliyekî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji aliyekî din ve derxîne. Bi vê yekê jî QSD`ê dest girtî namîne dê êrîşên berfireh li aliyê Cerablos, Bab, El-Raî û Ezazê pêk bîne, Tirkiyê jî vê yekê naxwaz e.

Ji Fermandarên YPG`ê Mehmûd Berxwedan, di çarçoveya hevdîtina bi Ronahî TV re, hebûna atêşa Tirk a dagirker li Sûriyê wek dagirkeriyê bi nav kir, di heman demê de hişyarî da ku “ yê hewil bide dest bighîne xaka Efrînê dê nikaribe jê derbikeve.“

Fermandar Berxwedan her wiha helwesta şêniyên Efrînê berz nirxand û got ku şênî dest ji xaka xwe bernadin “ Di ferhenga wan de ji bilî berxwedanê, têkoşîn û ji xak û rûmetê dest neberdan tu ne ye. ji destpêka şoreşa Rojava ve ew li derdora lehengên xwe di eniyên şer de rawestîne. Şêniyên Efrînê ji her êrîşekê ku wan hedef bigre re baş xwe amade kirine, dê hemû koployên li dijî wan tên çêkirin vala derxînin. Yê hewil bide derbasî (ictiyah)Efrînê bibe dê dawiya wî wek ya DAIŞ`ê be, şêniyên Efrînê xwedî hêzeke xurtin, dikarin bi wê hêza xwe dewleta Tirk û çeteyên wê vala derbixin.“

(rr)

ANHA