Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelo vê darê çi dîtiye û çi nedîtiye!?

RÊNAS REMO

TIRBESPYÊ – Ev dara tûyê zêdetirî 200 sal e jiyan dike. Piştî Hevpeymana Saykis-Pico ku di encamê de Kurdistan jî hate parçekirin, dar li Rojavayê Kurdistanê û kesê ku kar çandiye jî li Bakûr ma.TIRPSPI-DARA-JIANI (2)

Herêma Cerahê ya li bakûrê Tirbespiyê bi geşbîniya xwezaya xwe tê naskirin. Ev der ji bo şêniyên kantona Cizîrê wekî cihê geriyan û seyranê ye.

Li vê herêmê gundê Kêl Hesnak ku dikeve ser tixûbên sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, heye û beriya 200 salî dareke tûyê lê hatiye çandin.

Kesekî Suryanî yê ji gundê Qere Bişarmeyê wê demê ev dar çandiye. Gundê Qere Bişarmeyê jî di qonaxa Saykis-Pico ya sala 1916’an de li Bakûrê Kurdistanê ma. Ango di wê demê de dar û xwediyê xwe her yek li aliyekî ma.

Şêniyên gund dibêjin ku leşkerên Arêşta Tirk carekê mayînek bi darê de teqandin û carekê jî birûskê lê xistiye û agir bi koka wê ketiye, lê dîsa jî dar şîn maye.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî carekê ava Çemê Cehrihê li ser gundên Rojava qut kiriye. Di encamê de dar û zeviyên çandiniyê yên 5 hezar donim erd, hişk bûn. Lê ev dara tûyê dîsa li ber xwe daye û hê jî berhemên xwe yê tûyê dide.

Li herêma Tirbespiyê ev dar bi navê “Dara Qul”  tê naskirin. Dara ku li hemberî hemû mercên xwezayê hetanî niha li ber xwe daye, li gel hin kesan bi navê “Dara berxwdan û xweragiriyê” û li hin cihan jî bi navê ‘Dara jiyanê’ tê nasîn.

(rr/he)

ANHA