Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gelo xwedîkirina malbatê sûc e?

SILAVA EBDULLREHMAN

QAMIŞLO – Wekî bi sedan jinên din, çeteyên DAIŞ`ê ji ber ku Buşra El-Xerab kar dikir da ku malbata  xwe xwedî bike, ew xistin zindanî û heqaret lê kirin.

Buşra El-Xerab a ji bajarê Tebqayê, hin kiryar û zilma ji destên çeteyên DAIŞ`ê dema bajar dagirkirbûn dîtine ji ajansa me re anî ziman.

Buşra, dema ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye zîndankirin û celdekirin, li gel bijîşkekê diranan weke hemşîre dixebitî, da ku alîkariya malbatê bike û xwarinê rojan e peyda bike.

Buşra got:”Rojekê çeteyekî DAIŞ`ê hat ba bijîşkê diranan da ku diranên xwe çêbike. Dema ez li ba bijîşk dîtim, çete ji bijîşk  pirs kir ku  ez tiştekî wî me ya na. Bijîşk got ku ew  ne xizma min e. Paşê çete heqaret li bijîşk kir û “El-Husba”hatin em her du girtin”.

Buşra diyar kir ku wê gelek hewldan kirin da ku sedema girtina xwe fêm bike, lê tu encam negirt û wiha domand:”Min gelek hewldan kir ku ji bo ez zanibim çima ez hatime girtin, lê çeteyan tiştek bi min re nedigotin. Her tim gef li min dixwarin û heqaret li min dikirin. Ez 7 saetan di odeyeke tarî de hiştim bê ku zanibin sûcê min çi ye.”

Buşra di berdewamiya çîroka xwe de wiha got:”Piştî 7 saetên ku ez nizanim wê çarenûsa min wê çi be, çeteyan dest bi lêpirsînê kirin û pirsên ecêb û ne exlaqî ji min dikirin. Piştî ku çeteyan ez êşkence kirim, hîştin ku tiştên min nekiriye ez bêjim min kirine”.

Buşra destnîşan kir ku çeteyan ew tawanbar kirin ku cilên “şeriî” li xwe nake û ew û bavê wê neçar kirin ku tevlî dewreya “şeriî” ya 15 roj bibin.

Buşra ku çavên wê tijî rondik bûn, axaftina xwe wiha domand:”Berî em ji zindanê derkevin, ez û bijîşk ji aliyê du çeteyan ve hatin celdekirin, yek ji wan Cezairî bû û yê din jî Sodanî bû. Çeteyan li pêş çavên bavê min 40 celde li min xistin. Her wiha bijîşk jî neçar kirin ku cihên xwe yê tenduristyê bigre û ew bi darê zorê tevlî dewreyeke “şeriî” kirin.”

(rr)

ANHA