Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Ger destûr werê guhartin wê rewşa Tirkiyê hîn aloztir bibe`

AHÎN BEREKAT

QAMIŞLO – Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûrî(El-Partî) Nesredîn Îbrahîm da zanîn ku ger destûra Tirkiyê werê guhartin û Erdogan bi ser bikeve wê rewşa Tirkiyê hîn aloztir bibe.

Nesiredîn Îbrahîm guhartina destûra li Tirkiyê `bi gavekî bêaqil” bi nav kir.

Îbrahîm têkildarî babeta referendûma 16`ê nîsanê ji ANHA`yê re axivî û tekez kir ku ger referendûm bi ser bikeve û destûr werê guhartin wê Erdogan bibe”Dîktetor” û hemû desthildarî di bin destê wî de be.

Îbrahîm got:”Êdî kiryarên desthildariya Tirkiyê derbarê gelê Kurd û doza wî li Tirkiyê zelal bûye”.

Îbrahîm girtina parlementerên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi bîr xist û got:”Hemleya girtina parlamenterên Kurd ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve her wiha siyaseta wêrankirin û qetilkirina li Bakurê Kurdistanê û lêgerîna li dû çalakvanan, armanc jê sînordarkirina azadiya çapemeniyê ye”.

Her wiha Îbrahîm diyar kir ku ger destûr werê guhartin wê hemû insiyatîf di destê Serok Komar de be û ev yek jî wê di sîstema otorîter de rewşa welat hîna zêdetir aloztir bibe. Nesir Eldîn got ev yek berê hatiye plankirin e.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûrî(El-Partî) Nesredîn Îbrahîm bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî:”Di demeke ku em girtina çalakvanan û parlamenterên Kurd şermezar dikin, em bang li  gelê Kurd û Tirk dikin ku çalakiyên aştî ji bo sekandina gavên bêaqil ku Erdogan bê radibe pêk bînin da ku rewşa Tirkiyê hîn alzotir nebe û paşê nikaribe jê der bikeve”.

(kc)

ANHA