Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Geşedan û buyerên sala 2017’an li bakurê Sûriyeyê

Panorama

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku hemû aliyên aloziya Sûriyeyê ku ev 7 sal in berdewam e, nikaribûn çareseriyekê peyda bikin, pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi riya pêşkêşkirin û pêşxistina projeyeke demokratîk a nûjen ji bo rêveberiya Sûriyeyê karibûn muhar xwe li dîroka nûjen a Sûriyeyê bidin. Hêjayî gotinê ye êdî Federaliya Demokratîk ji bo rêveberiya Sûriya nûjen sîstema herî guncaw e.PANORAMA-SIYASI (20)

Pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê di sala 2017’an de karibûn gavên mezin ber bi pêkanîna sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ve bavêjin. Di dawiya sala 2017’an de van pêkhateyan di çarçoveya pêkanîna sîstema federaliya demokratîk de du qonaxên hilbijartinan pêk anîn û li benda qonaxa sêyemîn in ku tê payîn di 19’ê Çileya 2018’an de bête lidarxistin. Van pêşketinan hişt ku cîhan bala xwe bikişîne ser tecrûbeya Bakurê Sûriyeyê û rê li pêşiya gelek serdanên rayedarên dewletên rojavayî ber bi herêmê ve vekir, her wiha nûnerên Bakurê Sûriyeyê jî di gelek çalakiyên cîhanî de jî hatin pêşwazîkirin. Eşkere ye tecrûbeyên Cenêv û Astana bi çi rêbazan be jî nikaribûn çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin, eger nûnerên Rojava û Bakurê Sûriyeyê beşdarî nexşekirina diyardeyên paşeroja Sûriyeyê nebin. Ji ber vê yekê eger aliyên têkldarî aloziya Sûriyeyê bixwazin çareseriyekê ji aloziyê re peyda bikin, divê nûnerên Bakurê Sûriyeyê beşdarî konferansa Soçî bikin.

Rola Rojava û Bakurê Sûriyeyê di hevdîtinên şêwermendiyê ya lidarxistina kongra netewî ya Kurdistanê de mezin bû, nemaze ev kongre ji bo gelê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê xewnek e.

Federaliya Demokratîk sîstemeke li ser erdê pêk tê û nimûneya çareseriya aloziya Sûriyeyê ye

Di sala 2017’an de pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi hemû çînên xwe riya xwe ber bi pêkanîna projeya federaliya demokratîk ve domandin û pêş xistin. Ji bo proje bibe nimûneya çareseriya aloziya Sûriyeyê çalakiyên xwe yên pêkanîna vê sîstemê dane meşandin.PANORAMA-SIYASI (10)

Di 27’ê Tîrmeha 2017’an de Meclîsa Damezrêner a sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî lidar xist. Di vê civînê de qanûna hilbijartinan û dabeşkirina rêveberî li Bakurê Sûriyeyê erê kir. Her wiha dîroka lidarxistina hilbijartinên sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diyar kir û paşê jî dest bi amadekariyên lidarxistina hilbijartinan kir.

Qonaxa yekemîn a hilbijartinên federaliyê, ango hilbijartina hevserokên komînên Bakurê Sûriyeyê di 22’yê Îlûna 2017’an de pêk hatin û di encamê de pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi awayekî demokratîk û azad hevserokên komînên xwe hilbijartin. Paşê jî xebatên lidarxistina qonaxa duyemîn a hilbijartinên federaliyê hatin destpêkirin, ew jî hilbijartina endamên meclîsên rêveberiyên herêmî bûn, evan hilbijartin jî di 1’ê Kanûna 2017’an de pêk hatin.

Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi riya dehan partî û rêxistinên siyasî û kesayetên serbixwe beşdarî van hilbijartinan bûn û lîsteyên xwe çêkirin û bi awayekî demokratîk û azad nûnerên xwe yên meclîsên rêveberiyên herêmî hilbijartin.PANORAMA-SIYASI (8)

Hilbijartinên qonaxa duyemîn a sîstema federaliya demokratîk serkeftineke balkêş bi dest xwe ve anî û ji bo çavdêriya van hilbijartinan şandeyên pispor ji herêma Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê. Piştî hilbijartinan van şandeyan piştrast kirin ku hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk hatin û serkeftî bûn. Her wiha şandeyeke Koalîsyona Navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ’ê û şandeyeke ji baregeha Himêmîn a Rûsyayê serdana Rojava û Bakurê Sûriyeyê kirin û çavdêriya van hilbijartinan kirin. Ev helwesta van herdu şandeyan jî tê wateya ku Rûsya û dewletên Koalîsyonê hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê nas kirine.

Niha jî xebatên amadekariya lidarxistina qonaxa sêyemîn a hilbijartinên sîstema federaliya demokratîk bi rêk û pêk tên meşandin û bi riya van hilbijartinan jî endamên meclîsên herêman û kongra gelên demokratîk (parlemana Bakurê Sûriyeyê) dê bêne hilbijartin.

MSD’ê diyardeyên qonaxa nû ya Sûriyeyê nexşe dike

Buyera duyemîn ku li Bakurê Sûriyeyê rû daye û xwedî bandoreke girîng di sala 2017’an de bû, ew bû ku Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) xebat û çalakiyên xwe li Sûriyeyê berdewam kirin û peywendî bi hemû aliyên pêk anîn da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bike.PANORAMA-SIYASI (4)

Di 25’ê Sibata 2017’an de MSD’ê duyemîn konferansa xwe lidar xist û têde Îlham Ehmed û Riyad Dirdar ji bo hevserokatiya MSD hilbijartin. Di vê konferansê de her wiha nexşeriya çareseriya aloziya Sûriyeyê hate pêşkêşkirin.

Di heman konferansê de her wiha biryar hate girtin ku di 24’ê Tebaxa 2017’an de li salona Peylesan a navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê dîdargeheke diyaloga Sûriyeyê di bin durişmeya “Federalî çareseriya herî guncaw û baş ji bo avakirina Sûriya nû ji hemû welatiyên Sûriyeyê re ye” pêk were.

Di 18’ê Tebaxa 2017’an de yekemîn konferansa damezrêner a Meclîsa Jinên Sûriyeyê li bajarê Minbicê bi beşdarbûna 150 delegeyên ji hemû herêmên Sûriyeyê û ji hemû pêkhateyan hate lidarxistin.

Konferansên Cenêvê ji ber dûrxistina nûnerên Bakurê Sûriyeyê têk çûn, ji ber vê yekê ji bo beşdarî Soçî bibin hatin vexwendin

Di sala 2017’an de gelek toreyên hevdîtinan li Cenêvê di navbera rêjîma Sûriyeyê û opozîsyona Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê de pêk hatin, lê ji ber ku nûnerên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji van hevdîtinan hatibûn dûrxistin, ti encam ji van hevdîtinan nehatin wergirtin.PANORAMA-SIYASI (6)

Di 27’ê Sibata 2017’an de Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov banga pêwîstiya beşdarkirina kurdan di hevdîtinên toreya 8’emîn Cenêvê de kir ku beriya niha hate lidarxistin û Emerîka jî banga beşdarkirina kurdan û nûnerên Bakurê Sûriyeyê di van hevdîtinan de kir.

Rûsya bi awayekî fermî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê vexwendin konferansa Soçî ku tê payîn di sala bê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê were lidarxistin. Piştî ku diviya bû li baregeha Himêmîm a Rûsyayê ya li Tertûsê bihatiba lidarxistin, lê ji ber gelek sedeman hate derengxistin û cihê wê hate guhertin.

Hevdîtin û serdanên dîplomasî yên girîng

Di 18’ê Çileya 2017’an de hevseroka MSD Îlham Ehmed serdana Emerîka kir û hevdîtinên xwe bi rayedarên rêveberiya Emerîka re pêk anîn. Îlham Ehmed di wê demê de ragihand ku Emerîka erênî li Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dinêre û weke çareseriya guncaw ji bo aloziya Sûriyeyê digire dest.PANORAMA-SIYASI (19)

Di 28’ê Çileya 2017’an de şandeyeke Rojava li ser vexwendineke fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re, beşdarî civîna opozîsyona Sûriyeyê ya li Moskoyê bû û bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re civiya. Li ser navê Rojava û Bakurê Sûriyeyê Xalid Îsa û Ebdilselam Elî beşdar bûn. Di civînê de şandeya Bakurê Sûriyeyê projeya federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê weke çareseriya aloziya Sûriyeyê pêşniyar kir.

Di 12’ê Sibata 2017’an de şandeyeke Bakurê Sûriyeyê serdana Lubnanê kir û bi rayedarên hikûmeta Lubnanê re civiya. Şande ji hevseroka Desteya Rêveber a federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Fûza Yûisf, Endama Desteya Rêveber Nehmed Axa, Endamê Desteya Rêveber  a Partiya Yekîtiya Suryanan di Sûriyeyê de û Endamê Desteya Siyasî ya MSD Macid Bihî û nûnerê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) yê Lubnanê Pekrewan Hawar û nûnerê PYD Xelîl Hesen pêk dihat.

Heman şande li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi rayedarên Partiya Sosyatlîst a Demokratîk a Ermenî ya Lubnanê re civiya. Di civînê de rayedarên partiyê diyar kirin ku ew bi serkeftina tecrûbeya federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê gelekî kêfxweş in û hêvî kirin ku li giştî Sûriyeyê pêk were.PANORAMA-SIYASI (7)

Di 18’ê Sibata 2017’an de şandeya Rojava ku ji Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê Enwer Muslim, nûnerê PYD’ê yê Rûsyayê Ebdilselam Elî pêk dihat, bi damezrênerê Partiya Edaleta Rûsyayê Sêrgî Mîronov, Alîgirê Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Doma Aleksî Jîpa û Serokê Dîwana Desteya Navendî Aleksander Romînovîç li buroya Partiya Edaleta Rûsyayê ya di avahiya Meclîsa Doma de civiya.

Di 5’ê Adara 2017’an de nûnerên Rojava û Bakurê Sûriyeyê beşdarî konferansa salane ya 25’emîn a sosyalîsta navnetewî bûn. Di vê konferansê de jî rêxistina sosyalîst a navnetewî piştgiriya xwe bi projeya federaliya demokratîk re ku ji aliyê MSD’ê ve ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê hatiye pêşniyarkirin re ragihand.

Di konferansê de nûnerên bêtirî 100 partiyên 90 welatên cîhanê beşdar bûn û piştgiriya xwe bi MSD’ê re ragihandin. Konferans her wiha xwedî li pêşniyara PYD’ê derket a alîkariya çareseriya siyasî û pêwîstiya beşdarkirina şandeya MSD’ê di danûstandinên aştiyê de. Di encamnameya konferansê de hate gotin ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di çareseriyeke siyasî û federaliyeke demokratîk de ye ku ji aliyê MSD’ê ve hatiye pêşniyarkirin û weke çareseriya herî guncaw hate destgirtin.PANORAMA-SIYASI (1)

Di 10’ê Hizêrana 2017’an de şandeya opozîsyonê ya Şepêla El-Xed a Sûriyeyê û Tevgera El-Tecdîd El-Wetenî (Nûjenkirina Niştimanî) serdana Rojava kir û rêzehevdîtin bi rayedarên Bakurê Sûriyeyê re pêk anîn. Di roja pey wê de civînek hate lidarxistin û têde nûnerê TEV-DEM’ê, Desteya Hevbendiya Niştimanî (Heyet El-Tensîq), Tevgera Guhertina Demokratîk, Şepêla El-Xed a Sûriyeyê û Tevgera El-Tecdîd El-Wetenî beşdar bûn. Di civînê de rêbazên pêkanîna veguhertineke demokratîk hate gotûbêjkirin da ku teror û desthilatdariyê di Sûriyeyê de bi dawî bikin.

Di 16’ê Hizêrana 2017’an de mamosteyê dibistana navnetewî ya bilind Rhein-Main Gerhard Trapezet dilxweşiya xwe bi tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava re anî ziman û ji Almaniyayê xwest ku alîkariya vê rêveberiyê bike, nemaze piştî ku serdana Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir.PANORAMA-SIYASI (15)

Di 11’ê Tîrmeha 2017’an de şandeyê navnetewî Stîfan De Mistûra banga pêwîstiya beşdarkirina Kurdan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê yan veguhertina destûra niha de kir.

Di 16’ê Îlûna 2017’an de Serokê Şandeya Rûsyayê Aleksander Lavrentiyêv di civîna Astanayê de diyar kir ku divê hêzên Kurdî  roleke sereke di çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê de rabin û wiha got: “Em dibînin ku Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriya Demokratîk herêmên berfireh ên Sûriyeyê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine, divê ew xwedî gotinekê bin û gotina wan were bihîstin û di nava wê de ya çarçoveya veguhertina siyasî û çalakiyên danûstandinên di derbarê aloziya Sûriyeyê de.”

Rola Rojava di xebatên lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê de

Di sala 2017’an de Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê ya giştî xebatên xwe dane meşandin. Di xebatên amadekariyê de hêzên siyasî yên Rojava bi roleke mezin di lidarxistina kongreyê de rabûn û gelek hevdîtinên şêwermendiyê ji bo lidarxistina kongreyê pêk hatin û nûnerên Rojava di van hevdîtinan de bi roleke mezin rabûn.PANORAMA-SIYASI (11)

Di 15’ê Tîrmeha 2017’an de hevdîtineke şêwermendiya Kurdistanê ya giştî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Di vê hevdîtinê de bêtirî 60 nûnerên ji Rojava beşdar bûn û têde biryar hate girtin ku evan hevdîtin û civîn bi hemû aliyên Kurdî re bêne berfirehkirin û hevdîtinên şêwermendiyê yên cûda li her çar parçeyên Kurdistanê pêk werin. Partî Demokratî Kurdistan li herêma Başûrê Kurdistanê û partî û rêxistinên girêdayî wê yên weke Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) beşdarî van hevdîtinan nebûn da ku xebatên yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê asteng bikin.

Di 1’ê Cotmeha 2017’an de bi armanca avakirina hevgirtinekê ji bo lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê, hevdîtina şêwermendiyê ya taybet bi Rojava hate lidarxistin. Di vê hevdîtinê de bêtirî 30 partî û rêxistinên siyasî yên hersê herêmên Rojava û herdu bajarên Heleb û Dîmeşqê beşdar bûn. ENKS’ê jî beşdarî vê hevdîtinê nebû.

 (jh)

ANHA