Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Geşedanên siyasî ji şêniyên Şêxmeqsûd re hatin nirxandin

HELEB – Endama Koordînasyona TEV-DEM‘ê Henîfe Hisên geşedanên dawî li Sûriyê ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a  Helebê re nirxand.2017-4-14-HLB-CEVIN-JI-BO-FEDRALEYI-,SEYASATIN-DERVA _(29732746)_ __

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca nirxandina geşedanên dawî, civîneke ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd re li darxist.

Civîn li dibistana Yasîn Yasîn a taxê bi beşdarbûna endama Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Rohilat Arif û Endmama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ Henîfe Hisên, endamên Kongreya Star, saziyên civaka sivîl û bi dehan şêniyên taxê hate lidarxistin.

Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de. Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Henîfe Hisên axivî.

Henîfe Hisên bi şîrovekirina polîtîka dewleta Sûriyeyê destbi axavtina xwe kir wiha got:ʺ Polîtîka rejîma Sûriyeyeyê ya şaş ku di encama wê de hîna şer li herêmê didome û bû sedema ku Amerîka, Rûsiya û dewletên dîtir destwerdan bike, didome. Heta niha zêdetirî du milyon kes hatin kuştin û 7 milyon jî koçber bûne”.

Henîfe Hisên lêdana Rûsya û Amerîka ya çeteyên DAIŞ‘ê nirxand û wiha got:” Rûsiya û Amerîka ne ji ber parastina gel û rizgarkirina gel ji zilma çeteyan li çeteyên DAIŞ`ê dixin. Ew ji ber berjewendiyên xwe li DAIŞ`ê dixinʺ.HINEFA HISINJ

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Henîfe Hisên bal kişand ser berxwedana gelê Şêxmeqsûd û wiha dirêjî da axaftina xwe:”Gelê vir gelekî şoreşgerî ye, berxwedana xwe ji fikrê Rêber Ocalan girtiye û berhemên vê yekê bidest xistin. Em silavên xwe ji Şêxmeqsud ji bo Rêber Ocalan dişînin. Serkeftinên ku li Rojhilata Navîn çêdibin bingeha xwe ji ramanê Rêbertî digire.”

Henîfe Hisên di nava gotinên xwe de girîngiya hemleya Xezeba Firatê wiha vegot: “Hemleya rizgarkirina Reqqayê beriya çend mehan dest pê kiriye. Ev hemele dê biser bikeve, ji ber ku şervanên wê  ji hemû pêkhateyên herêmê ne û ji bo berjewendiyên gelê xwe tevdigerin.”

(bb)

ANHA

2017-4-14-HLB-CEVIN-JI-BO-FEDRALEYI-,SEYASATIN-DERVA _(29732745)_ __