Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Girava birçîbûnê ya jinên rewşenbîr bi dawî bû

KOBANÊ – Girava birçîbûnê ya jinên rewşenbîr ên kantona Kobanê bi dawî bû

Endamên jin ên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina kiryara destdirêjiya çeteyên dewleta Tirk a li ser cenazeyê şervaneke YPJ′ê vê sibehê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.

Konê çalakiyê li qada Jina Azad hate vedan. Bi dehan nûnerên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakgeran wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê qûrbaniyên komkujiyên êrîşên dagirkeriyê Tirkiyê bilind kiribûn.

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê û silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(bb)

ANHA