Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Girava Swakin.. Tirkiye çi jê dixwaze?

ANALÎZ

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan şeva din ji Sûdanê ragihand ku Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr razî ye ku Girava Swakin ji aliyê Tirkiyeyê ve were birêvebirin, lê armanca Tirkiye ji vê giravê çi ye?

Girava Swakin ji aliyê Osmaniyan ve hatibû dagirkirin. Di serdema Osmaniyan de ev girav xwedî cihekî girîng bû. Osmaniyan ji xwe re kiribûn navenda bazirganiyê û li ser Deryaya Sor kiribû navenda hêzên deryayî. Di salên navbera 1821 û 1885’an de navenda hakimê Osmanî yê herêma başûrê Deryaya Sor li vir bû.

Girava ku dirêjahiya wê 750 metre û panahiya wê 500 metre ye, herêmeke şûnwarên dîrokî lê heye.

Ev girav ji aliyekî zirav ve digihêje deryayê û bi riyeke çêkirî digihêje bejahiyê. Bender an jî keştîgeha wê jî yek ji benderên girîng ên Sûdanê ye.

Lê Erdogan armancên xwe yên sereke veşartî hişt û ranegihand. Ew dixwaze serdema dewleta Osmanî ya dagirker vegerîne û wiha li giravê dinêre ku beşek ji xaka Tirkiyeyê ye û rêvebiriya wê mafê wan e. Ji ber vê yekê jî tu dem ji bo ji nû ve avakirina giravê an jî dema ku lê bimînin, diyar nekir.TURKIYE-U-SUDAN (1)

Dewleta Tirk hewil dide bi têklî û rêkeftinan li ser hesabê gelê Tirkiyeyê, astengiyên xwe yên bazirganî û pîşesazî derbixe derve. Bi vê yekê nîşan dide ku meqseda wê ji bo bazirganiyê ye û diyar bike ku aboriyeke wê ya xort heye. Ew dîsa hewl dide bi vê tevgera xwe ya li derve aloziya li hundir veşêre.

Tişta ku lawaziya bazirganî ya Tirkiyeyê nîşan dide, ew e ku li gel Sûdanê 9 projeyên bazirganiyê îmze kiriye. Armanc ji van projeyan ew e ku li herêmê xwe bi cih bike û xwe bigihîne herêmên Afrîkayê. Bi vê yekê jî Tirkiye dixwaze xwe wekî navgîna herêmên Erebî û Afrîkayê diyar bike.

Dibe ku armanca wê ya herî metirsîdar ew be ku Tirkiye girava Swakin veguherîne barageheke leşkerî da karibe ji wê derê fişarê bide ser Erebistana Siûd û ji desteka Qeterê sûd werbigre.

Ji aliyekî din ve Girava Swakin li beramberî Berava Yemenê ye ku dikeve ser tixûbên Berava Erebistana Siûdî. Dibe ku Tirkiye dixwaze di şerê Yemenê de jî rolekê bilîze. Bi vî rengî jî dewleta Tirk sînorê împeratoriya Osmaniyan xêz dike.

Ajansa Hevkarî û Hevrêziya Tirkiyeyê “TIKA” projeya tamîrkirina şûnwarên Osmanî li wê derê pêk tîne. Ev yek jî niyeta Tirkiyeyê bi awayekî eşkere û zelal nîşan dide.

Erdogan jî derbarê vê mijarê de gotiye “Kesên Tirk dê werin Swakin. Me rêkeftineke pêşesaziyên leşkerî jî bi Sûdanê re îmze kir” lê di vê derbarê de zanyariyên zêde neda.

Di bin siya van guhertin û kiryarên ku dewleta Tirk li hemberî dewletên Kendava Erebî dikin, gelo wê bersiveke van dewletan hebe?

(rr/he)

ANHA