Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Girê Menxer Xerbî yê stratejîk hat rizgarkirin       

LEZGÎN

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li rojhilatê bajarê Reqqayê, girekî stratejîk rizgar kirin.

Nûçegihanên ANHA′yê ku pêngava sêyem a Hemleya Xezeba Firatê dişopînin, ragihandin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê girê Menxer Xerbî yê stratejîk ku 19 km dikeve rojhilatê bajarê Reqqayê, ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.

Her wiha nûçegihanan diyar kirin ku şervanan dest bi paqijkirina gir û derdora wê ji mayînên çeteyan kirin.

(mm)

ANHA