Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Girîngiya stratejîk a Tebqayê…pirengiya wê ye-2

Dîmen

TEBQA- Tebqa xwedî gelek taybetmendiyane, ji ber pirengiya civaka wê bi navê Sûriya biçûk tê naskirin, her wiha navê xweşika firatê jê lê tê kirin. Gelo ev girîngî ji kur hatiye, kîjan netew û mezheb lê jiyan dikin.TEPQA-DOSIYA (7)

Tebqa rojhilatê Sûriyê ku ji sînorê Îraqê bi beravê ve girêdide. Di heman demê de riyên di navbera Heleb û Hemayê dighîne hev. Riyeke sereke ku di nava Tebqayê re derbas dibe, paytexta Sûriyê Şamê bi herêmên Başûr ve girêdide. Li aliyê din jî riyên ku bakur bi sînorê Tirkiyê û Reqayê ve girêdide di wir re derbas dibe. He wiha Dêrazor û çola Humsê jî bi hbev girêdide. Ji bilî van girîngiyan jî Bendavên Azadî û Firatê li Tebqayê ne, her wiha hin qadên neftê jî lê hene.

Tebqa girîngiya xwe ya aborî jî bi dewlemeniya xwe ya sered û bin erid digre. Ava wê pir zêdeye, her wiha nefê jî lê heye. ji bilî van jî erdên Tebqayê bi çandiniyê têne nasîn, carde jî sewaldarî li herêmê pir zêde ye.

Aboriya bajar

1-Di milê avê de:Di gola Firatê de derdora 14 milyar m3 av heye. Dirêjbûna Bendavê 80 Km û panaya wê jî 8 Km. ava wê têra avdana 700 hezar hiktar zeviyan dike. Ev dewlemeniya avê di dema ku gelek welatên herêmê ji tunebûna avê gazinc dikin.

2-Pîşesazî:TEPQA-DOSIYA (5)

a-Ceyran: Beriya sala 2011’an li tebqayêji sedî 25 ceyrana tevahiya Sûriyê li Tebqayêdihate çêkirin. Ceyran li Bendava Tebqayê dihate çêkirin. 5 deriyên çêkirina ceyranê hene, her yek ji wan 110 Mêga Wat Ceyran çêdike. Wiha hêza tevahiya Bendavê 880 kîlo Wate.

Di heman demê de Bendava Azadî (navê berê Baas) a li nêzî bajaroka Mensûr a başûr-rojhilat Tebqayê dikeve. Ew jî bendaveke ku beşek ji ceyranê çêdike û ceyranê dide bajarê Reqayê û beşek mezin ji gundên wê.

b-Neft: Qada neft, xazê ya biçûk ku li Tebqayê wekî kevanekî ji başûr rojhilat û heta rojavayê bajar ve diçe. Kêleka wê xeta xazê ya Palmêr û Humsê nîşan dide. Şirket û qadên neftê yên li Tebqayê hebarî, Sefyan û Şirketa Sewra.

3-Çandinî:Di herêmê de qadek berfireh a çandiniyê heye. Bendava Firatê 640 hiktar zevî av dide. LI se wê genim, ceh, kelemên şekir, Pembo û herî dawî jî çandiniya zêtûnan di herêmê de zêde bû ye.

4-Sewalvanî: Gundên Tebqayê ji aliyên xwe yên rojava, bakur û rojhat bi dehezaran serî pez têne xwedîkirin. Ev yek dibe sedema ku goşt lê pir hebe.

5-Penaberiya ji Tebqa: Di encama bêkariya ku di sala 1998’an li bejar û derdora wê belav bû, bi taybet ji ber ku pirojeyên wekî Bendava Tişrîn bi dawî bû, her wiha pirojeya rastkirina erdan pêk hat. Di encamê de pirojeyên çandiniyê ji ber gendeliya li herêmê têk çû, ev yek bû sedema ku bê karî zêde bibe. Ji ber vê gelek ciwanên Reqayê koçber bûn. Koçberî wekî du başean hatin dabeşkirin.TEPQA-DOSIYA (3)

a-beşek li Lubanê û welatên din ên ereban. Herî zêde cotkar û karker berê xwe dan vê derê.

b-dewletên Kendava Ereban: Endizyar, bijîşk û mamosteyên herêma Tebqayê jî berê xwe dan dewletên Kendavê.

Cih û girîngiya wê:

Bajarê Tebqayêli baskê rojava yê Kevana Zêrîn dikeve. Di nîvê ber bi Bakur a Sûriyê ve û li aliyê rastî ya Çemê Firatê ye. li bakur û bakur rojavayê wê gola Firatê heye.

Li gorî sîstema Sûriyê Tebqayêdi aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Reqyaê. 55 kîlometr rojhilatê Reqayê dikeve. 200 kîlometreyan ji Helebê dûre û 350  kîlometreyê ji paytext Şamê dûre. 328 metir ji rewê deryayê bilind e.

Niştecihbûn û dîmografiya wê:

Tebqayê bi pirengiya xwe tê zanîn. Gelek ol, mezheb û netew lê jiyan dikin. Di demên berê de wekî Sûriya biçûk dihate pênasekirin. Ev nav ji ber ku gelek rengên civakê lê jiyan dikin pêk hatiye.

LI gorî hejmartinên fermî yên Sûriyê hejmara nifûsa wê 86 hezar e.TEPQA-DOSIYA (10)

1-Niştecih: Welatiyên ereb ji sedî 90’î niştecihên wê çêdike. Kurd, Çerkes,asûrî, Turkmen, Çeçen, ermen û kildan jî ên mane pêk tên.

Welatiyên ereb jî du beş in

Niştecihên ereb jî wekî 2 bşan hatine dabeşkirin.

a-Beşê yekem ji şêniyên heêrma û gundên Helebê heta sînorê Îraqê ne û ji wan e “Şewaya” tê gotin. Bingeha wan li ser eşîrtiyê ye. her eşîreyek jî ji malbat û beşan pêk tên. Eşîreyên El-Nasir, Şemer, El-Cubirê û Jês wekî eşîreyên mezin ên herêmê ne.

b-Bajarvanî (Heder): Ên ji bajaran û gundên parêzgehên din wekî Heleb, Idlib, Berav, Hema û Humsê hatine herêmê, her wiha koçberên ji Filistînê hatine.

Zimanên Tebqayê:

Piraniya şêniyên Tebqayê bi zimanê erebî diaxivin, her wiha ên bi zimanên kurdî, turkmanî, ermenî, asûrî û Çerkesî jî diaxivin hene. Ev yek dewlemendiyê dide bajar.TEPQA-DOSIYA (8)

Ol û mezheb:

Li Tebqayê gelek ol û mezhebên herêmê li Tebqayê hene. Mislimanên Sunî piraniya wêne, mizgeft hema bêje li hemû taxên bajar û herêmê wê belav dibin. her wiha hin kenîse jî di bajar de hene. Xiristyanên rojhilatî û rojavayê, ersedoks û katolîk li herêmê hene. kenîseyên wan li gundan û li bajar jî hene. Li Tebqayê her wiha ismayîlî jî hene, li piraniya taxên bajar belav bûne, her wiha hin malbatên dirzî yên ji Siwêda hatine herêmê jî hene.

Elewî jî li taxên Tebqayêyên wekî Emaliye ku berê ji hikûmetê hatiye girtin hene. Piraniya wan karmend û memûrên Bendava Firatê, şirketa neftê û saziyên rêveberiyê yên li herêmê ne.  Şîa jî li taxa Nebalî hene, piştî sala 2 hezar zayînê van piştgirî ji Mizgefta Fatimet El-Zehrar girt. Di sala 2006’an de piştgirî zêde bû. Mizgeftên ji bo pêşxistina rêxistina xwe ava kirin.

BI destpêka sala 2012’an re û bi taybet piştî komên çete bajar dagirkirin. tirs di nava welatiyan de çêbû. Welatî rastî bombebarana hêzên rêjîmê hatin, her wiha komên çekdar jî balafirgeha leşkerî topbaran kir.

Di sala 2014’an de koçberiya ji Tebqayê zêde bû. Piştî komên çete yên DAIŞ’ê bajar dagirkirin û herêmên wê xistin bin destê xwe, çeteyan gelek zulim û zor li welatiyan kirin. rewşa aborî xira bû û welatiyan zehmetiyên jiyanî dîtin. ev yek bû sedema ku xebatkarên tenduristiyê jî koçber bibin û berê xwe bidin welatên Ewropa û deverên din.

Piştî ku hêzên QSD’ê di 10’ê gulanê de bajarê Tebqayê ji çeteyan rizgar kirin. welatiyên Tebqayê yên koçber bûne, dest bi vegerê kirin. welatiyên ji hemû ol, netew û mezheb êdî vedigerin û di avakirina welatiyê xwe de cih digirin.

(dc)

ANHA

TEPQA-DOSIYA (9) TEPQA-DOSIYA (6)