Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gorên cangoriyên azadiyê bi findan hatin xemilandin

KOBANÊ/SERÊKANIYÊ – Malbatên şehîdan ên Kantona Kobanê di şeva Newrozê de, gorên cangoriyên xwe bi findan xemilandin.

Bi sedan malbatên şehîdan ên Kantona Kobanê şeva Newrozê serdana goristanên şehîd Dicle û şehîdên komkujiya 25′ê hezîranê kirin. Malbatan gorên şehîdên xwe bi findan xemilandin.

Her wiha li bajarê Serêkaniyê jî, bi dehan Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, dayik û xwîşkên şehîdan serdana goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê kirin û  gorên cangoriyên xwe bi findan xemilandin.

 (ef/np)

ANHA