Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Goristanek nû ya qûrbaniyên Komkujiya Sibaykir hate dîtin

NAVENDA NÛÇEYAN – Goritaneke nû ya qurbaniyên komkujiya Sibayker ku çeteyên DAIŞʹê derheqê bi dehan leşkerên Îraqê de pêk anîbûn hate dîtin.

Navenda Tiba Edlî ya Îraqê ragîhand ku wan komkujiyek nû ya qurbaniyên komkujiya Siayker li parêzgeha Selahedîn dîtin û got ku 827 cenaze ji 14 noqteyan derxistine.

Mudîrê Daîreya Zêd Elî Ebad bi daxuyaniyekê got ku wan goristanek nû ya qurbaniyên komkujiya Sibaykir  li herêma Qesran a li bajarê Tirkrîtê û bi taybet li nêzî Qesra Selaheldîn dîtin. El-Ebad destnîşan kir ku di goristanê de 527 cenaze hatin dîtin û got ku cenaze teslîmî malbatên wan hatin kirin.

Bi vê yekê hejmara gorên têne dîtin derdikeve 15 goran û hate gotin ku piraniya cenazyên di goristanan de xwendekarên bargeha Sibaykir a ezmanî bûn.

(jo/dc)

ANHA