Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gundê Ebû Sûsê hate rizgarkirin

LEZGÎN

REQQA– Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeeba Firatê gundê Ebû Sûsê ku xistibûn çemberê ji çeteyan rizgar kirin.

Nûçegîhanên ANHAʹyê ku pêngava Sêyemîn a Hemelya Xezeba Firatê dişpînin diyarkirin ku şervanên baskê Mekmen yê hemleyê gundê Ebû Sûsê ya abkur-rohilatê Reqqa ku xistibûn çemberê bi temamî ji çeteyan rizgar kirin.

Di encama şer û pevçûnên giran ku li gund û derdora wî rû dan çeteyan derbeyên giran xwarin. Li vir şervanan erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan, her wiha kilêşek û rextek desteser kirin.

Derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de tu agahî ne hatin bidestxistin. Şervanan demil desdest li gund xebatên lêgerînê dan destpêkirin.

(ak/dc)

ANHA