Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gundê El-Kecla ji mayînên çeteyên DAIŞ`ê hat paqijkirin

Dîmen

REQQA – Piştî xebatên bê navber ku 7 rojan dewam kir, şervanên QSD`ê gundê El-Kecla ji mayînên çeteyên DAIŞ`ê paqij kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê El-Kecla ku 20 km li rojhilatê bajarê Reqqayê dikeve di 9`ê adarê de ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Piştî gund hat rizgakirin, ekîbên taybet ên QSD`ê  dest bi xebatên paqijkirina gund ji mayîn û bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê kirin. piştî xebatên bê navber ku 7 rojan dewam kir, gund bi temamî ji mayînên çeteyan hate paqijkirin.

Ji aliyekî din ve  şervanên Xezeba Firatê pêşveçûnên xwe ji aliyê rojhilatê bajarê Reqqayê ve didomînin.

(rr)

ANHA