Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Gundek din ê xeta parastina Reqqayê şikest

WARŞÎN SALIHREQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU1

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Miêzla ku baragehek sereke ya çeteyên DAIŞ′ê ya parstina bajarê Reqqayê rizgar kirin.

Pêngava 3’yemîn a Xezeba Firatê di roja xwe ya 6’emîn de didome. Şervanên Odeya Çalakiyan îro -piştî dorpêça 3 rojan- gundê Miêzla yê stratejîk ku 20 Km dûrî Reqqayê ye û weke xeta parastina bajar a stratejîk tê zanîn, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Operesyona lêgerînê

Piştî rizgarkirina gund şervanan li gund dest bi operesyona lêgerîn û paqijkirina gund ji bermahiyên çeteyan kirin.REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU14

Nûçegihana ANHA’yê Warşîn Salih ku bi şervanan re ketibû nav operesyona paqijkirinê de ragihand ku beriya çete ji gund derkevin, dibistana gund di nav de, hemû navendên bajar mayin kiribûn.

Şervanan di vê operesyonê de hemû mayînên hatibûn çandin bêbandor kirin.

Şervan axivîn

Ji şervanên QSD’ê yên di çalakiya rizgarkirina gund de amade bûn, van şahidî û nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Şervanê QSD’ê Qasim Subhî yê ji bajarê Serêkaniyê, yê ku şadiya rizgarkirina gund li ser ruyê wî diyar bû, wiha axivî:”Ev 2 seat in, me gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiriye. Hevalên me niha li dora gund belav bûne da ku gund ji bermahiyên çeteyan paqij bikin.”REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU2

Subhî da zanîn ku morala wî û hevalên wî bilind e û bang li gelê Reqqayê kir ku piştgirî û bawreiyê bidin Xezeba Firatê, da ku şervan jî karibin wan di zûtirîn dem de xelas bikin.

Şervanê Erka Xweparastinê Ebdullezîz Ehmed jî got ku “Ev 3 roj in me dor li çeteyên DAIŞ’ê yên di gund de girtiye. Niha jî me karibû gund bi temamî rizgar bikin. Em hêvîdar in şêniyên gund karibin di demek nêz de li gundê xwe vegerin.”

Welatiyên gund

Şêniyên gund ku beriya demekê ji ber gefa çeteyan, ji gund derketibûn û xwe spartibûn şervanên QSD’ê dema ev mizgînî bihîstin kêfxweşiyek mezin xwe li dilê wan girt û gotin: “Îro cejna me ye. Em ji mêj ve li benda vê rojê ne ku demokrat me rizgar bikin.”REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU5

Hinek tablo ji operesyona paqijkirin

Nûçegihana ajansa me ku li gel şervanan di operesyona paqijkirinê de amade bû, ev wêne ragihandin.

(ne)

ANHA

REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU3 REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU4 REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU6 REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU7 REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU9 REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU10 REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU11 REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU12 REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU15 REQQ-GUNDE-MEZLA-REZGAR-BU8