Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hebîb: MSD xwedî nexşeya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye

AZAD SEFO – JÎNAV HESEN

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb diyar kir ku sedema sereke ya têkçûna Cenêvê ew e ku hêzên rasteqîn ên li ser erdê beşdarî wê nebûne û piştrast kir ku MSD xwedî proje û nexşeya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re behsa rewşa siyasî ya dawî li qada Sûriyeyê û bi taybet piştî têkçûna Cenêv 8 kir û wiha got: “Em li Bakurê Sûriyeyê û ji destpkêka aloziya Sûriyeyê ve xwedî nêrîneke cûdayî aliyên din in. Nêrîna me ew bû ku aloziya Sûriyeyê gelekî kûr e û pêwîstî bi guhertineke bingehîn û giştî heye, li ser vê yekê me xeta sêyemîn ji xwe re hilbijart ku têde binesaziya welat tê parastin û bala xwe dikişîne ser şerê li dijî terorê.”

Hebîb diyar kir ku piştî herêma ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji destên komên terorîst rizgar kirine berfirehtir bûn, projeyeke bêtir bersivdar pêşniyarî hevbendiyên din kir. Di vê çarçoveyê de koferansa damezrêner a federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê lidar xist, ji ber ku sîstemên navendî ne pêkan e bêne domandin û divê Sûriyeyê ji dewleteke navendî bi dewleteke nenavendî ya demokratîk bête guhertin û têde wekheviya hemûyan di maf û erkan de pêk were.

Hikmet Hebîb di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Civaka navnetewî bi çalakiyên lidarxistina hevdîtin û danûstandinan mijûl bû ji Cenêv 1 dest pê kir û gihîşt Cenêv 8 û gelek dewletên herêmî û bi taybet dewleta Tirkiyeyê israr dikir ku pêkhateyên herêmê beşdar nebin û projeya Kurdî ya li Bakurê Sûriyeyê hincet digirt, dewleta Tirk bi xwe Partiya Yekîtiya Demokratîk tewanbar dike ku hewl dide tevliheviya ewlehiyê li herêmê çêbike.

Hebîb got ku ew weke endamên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û hemû pêkhateyên herêmê baweriyê bi projeya demokratîk dikin ku têde hemû pêkhateyên gel beşdar bibin. Hebîb navlêkirinên ku dewleta Tirkiyeyê ji partî û aliyên ku ji bo paşerojeke azad û demokratîk ji bo Sûriyeyê têdikoşin re û bi taybet ji Partiya Yekîtiya Demokratîk re dibêje red kirin.

Hebîb da zanîn ku dewletên mezin û dewletên sponser bi awayekî ciddî nêzî çalakiya aştiyê ya li Sûriyeyê nebûne û sedema vê yekê jî nakokiyên berjewendiyên wan ên di hundirê Sûriyeyê de ne û di encamê de hişt ku Sûriye derbasî aloziyeke mezin bibe û aliyê tekane ku buhaya vê yekê dide gelê Sûriyeyê ye.

Cenêv qadeke pêşbirkiya dirêj û berdewam e

Hebîb destnîşan kir ku beşdarnebûna wan di civînekê ji van civînên Cenêvê ji ber ku ew baş dizanin ku aliyên li Stenbûlê, Qahîre û Moskoyê rûniştine nikarin tiştekî li ser erdê pêk bînin, her wiha ti biryareke wan li ser erdê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê tune ye, nemaze beşdarbûna hin aliyên terorîst weke koma Elûş ku bombe bi ser Dîmeşqê de dibarandin û êdî Elûş bû beşekî ji danûstandinan û ew baş nas dikin ku evan kom ji bilî wêrankirinê ji Sûriyeyê re nînin, ji ber vê yekê danûstandinên Cenêvê nikaribû ti encamekê bi dest xwe ve bîne ji ber ku Cenêv qadeke pêşbirkiya dirêj û berdewam e.

Beşdarnebûna hêza rasteqîn hişt ku Cenêv têk biçe

Di derbarê sedema têkçûna Cenêv 8 de Endanê Desteya Serokatiya MSD Hikmet Hebîb wiha da diyarkirin: “Sedemên ku hiştiye Cenêv têk biçe ew e ku hêza rasteqîn li ser erdê beşdar nebûye, ev hêz jî xwedî projeyeke siyasî û nexşeriyeke bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye MSD, Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê yan Rêveberiya Xweser nûnertiya vê yekê dikin. Projeya me ya siyasî ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê heye. Ji bo nivîsandina destûrekî da ku Sûriyeyê Federal û demokratîk ji hemû welatiyên Sûriyeyê re pêk bîne, em di nava xebatan de ne.”

Hêzên me serweriya bêtirî %20 ji Sûriyeyê dikin

Hebîb di berdewama axaftina xwe de got ku hêzên wan ku rûpîvaneke mezin ji Bakurê Sûriyeyê rizgar kiriye heye û ew jî Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) ye û niha serweriya bêtirî ji sedî 20’an ji ciyografiya Sûriyeyê dike. QSD piştî ku herêmekê rizgar dike radestî welatiyên wê dike û welatiyên vê herêmê jî meclîsên xwe yên hundirîn ava dikin, weke ku li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê pêk hatine û rêveberiya her tiştî ji aliyê welatiyên heman herêmê tê kirin. Hebîb got ku hêzên din ku îdîa dikin ew hêzeke opozîsyonê ne û herêman rizgar dikin û bi hêza çekan desthilatdariya van herêman dikin, nikarin di herêmên ku rizgar kirine de bimînin ji ber ku nikaribûn rêveberiyên sivîl ava bikin da ku di qonaxa nû de berdewam bikin.

Tirkiyeyê paşeroja Sûriyeyê ber bi aloziyeke mezin ve bir

Hikmet Hebîb girêdayî mijara hatina komên terrorist ber bi hundirê Sûriyeyê ve Tirkiyeyê ji ber ku sînorên xwe ji hatina terorîstan re vekirne berpirsyar dibîne û niha jî dagirkeriya herêmên Sûriyeyê dike û şerê li dijî terorê hincet digire û wiha domand: “Tirsa me ew e ku herêmên kêmpevçûn bibin amûrekî parçekirina Sûriyeyê, eger Sûriye ber bi sîstemeke federal û nenavendî ve neçe, vebijêreke wê ji bilî parçebûnê tune ye û ev jî tirsa me ya rasteqîn e.”

Çareserî di diyaloga Sûrî – Sûrî de ye

Li gorî Hikmet Hebîb çareseriya aloziya Sûriyeyê girêdayî diyaloga Sûrî – Sûrî ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Diyar e ku piştî têkçûna Cenêv 8 mijar ber bi ‘Soçî’ ve diçe bi nêrîna me di encama vê civînê de rewşeke diyaloga Sûrî – Sûrî pêk were, çi li Dîmeşqê be û çi jî li Qamişlo be yan çi devereke li ser axa Sûriyeyê be, ji ber ku aliyên li ser erdê çalak in dikarin danûstandina hevûdu bikin. Hemû hêz bi nêrînê xwe cûda ne, lê em ajandeyên hêzên derve qebûl nakin. Em projeyên ku me bi hevûdu ve girê bide dixwazin.”

Endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dawiya terorê di Sûriyeyê de li gelê Sûriyeyê pîroz dikin. Niha riya ber bi çalakiya çareseriya siyasî û diyalogê pêkan e. Em serkeftinên mezin ku hêzên QSD’ê bi dest xwe ve anîne li gelê xwe pîroz dikin. Em bi hêvî ne ev sala nû bibe sala çareseriya aloziya Sûriyeyê. Baweriya me bi projeya me ku xwe dispêre bingeha biratiya gelan gelekî mezin e.”

(jh)

ANHA