Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Hedefa dewleta Tirk hemû pêkhateyên herêmê ne`

ŞAHBA – Hevserokê Meclîsa Rêveberiya herêma Şahba Ismaîl Mûsa anî ziman ku dewleta Tirk polîtîka valakirina gundan ne tenê li ser Kurdan dide meşandin, di heman demê de li ser hemû pêkhateyên herêmê tê dide meşandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê  bi awayekî dijwar êrîşî gundên herêma Şahba dikin û polîtîka valakirina gundan jî li ser wan dide meşandin. Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Herêma Şahba Ismaîl Mûsa di hevdîtina bi ANHA`yê re ev mijar nirxand.

Mûsa di destpêka nirxadina xwe got ku hedefa dewleta Tirk herêmên rizgarkirî yên Şahba ye û got:ʺPiştî ku dewleta Tirk di 30`yî adarê de operasyona xwe ya bi navê Direi El-Firat bi dawî kir lê tevî  vê yekê jî bi awayekî dijwar êrîşî herêmên Şahba yên rizgarkirî dike. Ew bi vê êrîşê re naxwazin herêmên Şahba yên rizgarkirî xwe birêxistin bikin û şêniyên wê di aramî de bin”.

Hevserokê Meclîsa Rêveberiya herêma Şahba di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman:”Dewleta Tirk û çeteyên xwe ji bo fitineyan  têxin navbera şêniyên herêmê dest bi propegande ku herêmên rizgarkirî radestî wan tê kirin, kirine. Şêniyên herêmê bi van propegande bandor nabin û dê li hemberî êrîşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, têbikoşin.ʺ

Îsmaîl Mûsa destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser gel û polîtîka wan a valakirina gundan didome.

Mûsa di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirk polîtîkeya valakirina gundan ne tenê li ser Kurdan dide meşandin, ew li ser hemû pêkhateyên herêmê dide meşandin û wiha pê de çû:ʺŞêniyên gundê Neiman ji me re gotin ku leşkerên Tirk em tehdîd kirine û ji me re gotine ` piştî çend rojan em ê ji we re bêjin hûne ji gundê xwe derbikevin û ên dernekevin em ê wan bikujin`. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji pêkhateya Ereb, Tirkmen û Kurd re gotine ku ji gundê xwe derbikevin û bi vê yekê dixwazin şûna şêniyên gund çeteyên xwe têxin gundên Şahba û li wir  bi cih bikin.ʺ

Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Herêma Şahba Ismaîl Mûsa bang li hemû gelên herêma Şahba kir ku neyên lîstokên dewleta Tirk û çeteyên wê û bi hev re li hemberî wan têbikoşin.

(np)

ANHA