Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hediya Yûsif: Tirkiye hewl dide ku projeya demokratîk têk bibe, vîna gel wê ser bikeve

Dîmen

 

ŞEHBA – Hediya Yûsif anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê hewl dide ku herêmê ber bi şerekî domdar ve bibe û got: “Piştî 26 rojên berxwedaniyê, gelê herêmê isbat kirin ku ew dev ji xaka xwe bernadin, ji ber ku vîna gelan wê biser bikeve.”

Li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi armanca nirxandina geşedanên dawî, civînek hate lidarxistin.

Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, bi sedan şêniyên navçeyê amade bûn.

Di civînê de Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif pêşveçûnên dawî nirxand û anî ziman ku piştî 26 rojên berxwedaniya Efrînê, gelê herêmê girêdana xwe ya bi xaka xwe isbat kirin.

Hediya Yûsif got: “Em di qonaxeke hestiyar û girîng de derbas dibin. Dewleta Tirk hewl dide ku felsefeya azadiyê anog aramiya herêmê têk bibe. Armanca van hewldanan kûrkirina aloziyê ye û herêmê ber bi şerekî dayîm ve bibin.”

Hediya Yûsif di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser EFrînê dixwaze projeya çareseriya demokratîk asteng bike û wiha dom kir: “Tirkiyê dixwaze pareke wê di parçebûyîna nû ya li Rojhilata Navîn de hebe û ji bo vê yekê pîlanan dike. Êrîşên li ser Efrînê armancên xwe dagirkirina xaka Sûriyeyê, ev şer ne tenê li dijî kurdan e, lê belê hemû gelên wê hedef dike.”

Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif berxwedana şervanên YPJ û YPG‘ê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, her wiha girêdana gelê herêmê bi xaka xwe ve û piştgiriya wan a bi yekîneyên parastinê silav kir. Her wiha komploya navneteweyî ya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

(bb)

ANHA