Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hediye Yûsif: Gel dê bihêle qada navnetewî li hember AKP helwestdar be

Dîmen

ŞÎNDA EKREM – NAZDAR EBDÎ

QAMIŞLO – Hevseroka Meclîsa Damezirêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif diyar kir ku AKP/Erdogan pir kûr ket xefka çirava ku ji wan re hatibû vedan çû û got “Xwedîderketina gel dê zextên mezin li ser Tirkiyê çêbike. Heya ihtîmale ku li hember wê di asta navnetewî de biryarên cidî werin stendin.”

Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif diyar kir ku AKP/Erdogan pir kûr di xefka çirava ku ji wan re hat vekirin de çûn û got ku” Ew ê bi vê rêbazê bi tenê bigihêje parçebûnê”. Hediye Yûsif got ku xwedîderketina gel dê zextên mezin li ser Tirkiyê çêbike. Heya ihtîmale ku li hember Tirkiyê di asta navnetwî de biryarên cidî werin stendin.

Hevpeyvîn wiha ye:

* Biryara operesyona tepisandina îradeya gelê Kurd di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30’ê Cotmeha 2014’an de hatibû girtin. Lê çi girêdana vê qonaxê bi pêkanîna vê biryarê re heye, ku hişt hikumet AKP’ê serî li rêbazek wiha bide?

Hikumeta AKP’ê di vê qonaxê de dixwaze ku netewperestên Tirkiyeyê qezenc bike û bigire aliyê xwe, ji bo vê yekê jî van rêbazên faşîzane li hember yekîtiya gelan û hebûna neteweyên din gurtir û kirêtir kiriye. Niha armanc dike ku hêza xwe ya tek-netewe li Tirkiyeyê xurt bike. Erdogan bi devê xwe her qale vegerandina Mîsaqa Milî û xaka welatê Osmanî kiriye û heya niha jî ev kiriye rojeva welatê xwe.

AKP hêstîriya jiyan dike. Ev ê dawî li Tirkiyê bîne. Wê dawiya AKP’ê jî were. Çiqasî AKP/Erdogan di faşîzma xwe de kûr bibe, ewqasî jî nêzî dawiya xwe dibe.

* Girtinên bi vî rengî, hiqûqî ne gelo?

Li ku dera sîstema Tirkiyê hiqûq maye?. AKP/Erdogan hemû hiqûq kirine hiqûqên dewletê. Girtina girtina hevserokên HDP’ê û parlementerên wê ku ji aliyê gel de hatine bijartin, derqanûnî ye. Ya yekemîn ev parlementer bi îradeya gel derketine û ev nûnerên bi sedhezaran kesan in û li ser van parlementeran mafê desnedanê heye. Girtina van tê wateya êrîşa dijî sedhezaran gelê ku ew wan temsîl dikin in, e.

* Di 24’ê Tebaxê de, dema ku Tirkiye derbasî Sûriyê bû û Cerablus dagir kir, we daxuyand ku “Tirkiye ketiye çiravê û ew ê bi hêsanî jê nefilite” dabû, çirava we qalê kiribû ev e gelo?

Hin xal hene zûye mirov binirxîne. Hatina Tirkiyê ya Cerablusê re bê guman ji lihevkirin û tîfaqan ne dûr bû. Ango ne tenê biryarek Tirkî bû. Tabloya siyasî dihêle hin nêrîn di mejiyê mirov de zelal bibin. Dostên Tirkiyê di roja îroyîn de, ji bo Tirkiyê bidin rawestandin, nikarin rû bi rû li hember wê şer bikin an jî helwestek dijber raber bikin. Nexasim, tekez e, Rûsiye, Îran, Amerîka û hemû welatên Koalîsyona Navnetewî ji destwerdana Tirkiyê ji Sûriyê û Iraqê re ne razî ne.

Lewma bawer im ku dema van rê dan ku Tirkiye derbasî Iraq û niha Sûriyê bibe, ew xistin xefkê de. Di vê xefkê de nerazîbûnên derkevin pêşiya Tirkiyê wê rê li pêşiya şerên nû veke. Bi vê yerkê re qeyranên hûndirîn û derve dê wê hilak bikin û ew ê Tirkiye nikaribe êdî xwe ji vê xefkê rizgar bike. Ew ê bi vê harbûna xwe re jî teqez li pêşberî parçebûnê be.

* We di nirxandinên xwe de gelek qale parçebûnê kir, sedemên ku vê parçebûnê pêk bînin, ku hun di nirxandinên xwe de xwe dispêrinê çi ne?

Kurdan di qonaxekê de êdî ji daxwaza avakirina dewletek serbixwe vegeriyan û civakek demokratîk xwestin. Lê belê Tirkiyê hemû rêbazên aştiyane yên diyalog û muzakereyan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna vê pêşniyar kiribûn, red kir û pêvajo xetimand.

Niha her zexteke ku tê ser vî gelî wî diêşîne, ew ê di qonaxekê de êdî îradeya xwe bixwaze. Ew ê neçarbin ku bi derdoran re bikevin nav yekîtiyan de. Ji xwe aliyên ku dixwazin Tirkiye tune bikin jî dê bigihêjin armancên xwe. Di encamê de wê sîstema dewletê parçe bibe. Despotîzima wê dê wê tune bike.

* Ji bo AKP hegemonyaya xwe kûr bike, ew ê hewl bide hemû mûxalîfên li herêmê jî ji holê rake. Hun xetereyek bi vî rengî jî nabînin?

Rast e, belkî îro yên êrîş tên ser wan Kurd in. lê dema ku Kurd ji holê rabin, siberojê kî li hember vê dewletê serî rake ew ê jî rastî van êrîşan bê. Ma Tirkiyê bi hezaran leşker, karmend, dadmend, parlementer û rayedarên hikumeta xwe tevî bi hezaran sivîlan nexistin zindanan. Tirkiye kê li hember hegemonyaya xwe weke astengî bibîne, wê hewl bide wî tune bike.

* Me di dîroka tekoşîna gelê Kurd de û herî dawiyê di mînaka Kobanê de dîtibû ka dema gel xwedî li dozekê derkeve dikare çi bike. Niha ev dîrok dikare xwe di doza HDP’ê de dubare bike?

Çalakiyên gelê Kurd û dostên wî li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê derbasî pêvajoyek nû bûne. Di roja îroyîn de çare tenê berxwedan e. Bawer im, eger em vê gavê baş birêxistin bikin û bikaribin biser bixin, ew ê zextên mezin li ser Tirkiyê çêbike. Heya ihtîmale ku li hember Tirkiyê di asta navnetwî de biryarên cidî werin stendin.

ANHA