Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hediye Yûsif: Federalî misogeriya çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî ye

Dîmen

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Damezîrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif diyar kir ku çareseriya herî guncaw a çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê yên civakî û aborî, Federaliya Demokratîke.

Bi boneya salvegera 7′emîn a şoreşa Sûriyê û ya yekemîn a ragihandina Federaliya Bakurê Sûriyê, bi Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif re, hevpeyvînek hat çêkirin. Hevpeyvîn wiha ye:

*Hûn şoreşa Sûriyê ku derbasî sala xwe ya 7′emîn bû, çawa dinirxînin?

Şoreşa Sûriyê negihişt armancên xwe, ji ber ku kesên ku daketin qadan, doza guhertina rêjîma Baas kirin û xwestin ku gelê Sûriyê mafên xwe bi dest bixe, xwe birêxistin nekirin. Hêzên opozisyon û komên çekdar tevî navê Meclîsa Niştîmanî ya Sûrî û îtîlafa Sûrî li xwe kirin û ji aliyê dewletên herêmî û cîhanî ve hatin destekirin, lê yekîtî  û rêxistina xwe ava nekirin û nikarîbûn aloziya Sûriyê ku derbasî sala xwe ya 7′emîn bû, çareser bikin.

Di encama van siyasetan de, aloziya di navbera rêjîmê û opozisyonê de, her ku diçe gurtir dibe. Dewletên cîhanî û herêmî yên ku li Sûriyê şerê sîng bi sing dikin jî, nikarîbûn vê aloziyê çareser bikin.

Ji ber siyasetên opozisyonê bi hezaran sivîl koçber bûn, gelek  bajar hatin rûxandin û Sûriyê veguherî qada şerê di navbera komên terorîst de. Ji ber vê êdî her kes ne li riyên çareserkirina aloziyê digere, lê li riyên rizgarkirina herêmê ji terorê digere.

Di şoreşa Bakurê Sûriyê de jî, gel xwe birêxistin kir, gelek serkeftin bi dest xistin, piraniya herêmên Bakurê Sûriyê rizgar kirin û bi hezaran koçberên Sûriyê  û penaberên Iraqê, pêşwazî kirin û li jiyana wan bi ewle kirin. Gelê Bakurê ji bo çareserkirina aloziya herêmê, projeyek pêşînyar kirin, Rêveberiya Xweser li hersê Kantonên Rojava ragihandin. Piştre jî projeya Federaliya Bakurê Sûriyê wekî çareseriya herî guncaw a aloziyê, hat ragihandin.

*Armanca ji ragihandina projeya Federal çiye?

Me projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê wekî çareseriya pirsgirêkên gelan dît. Ji ber civaka Sûriyê bi çand, ziman, ol û netewên xwe zengîne û gelek pirsgirêkên wê yên civakî û aborî, bêçareserî ne.

Divê li Sûriyê sîstema demokratîk were avakirin,da pirengiya wê biparêze. Ji ber ku sîstema yek ziman, yek al û yek netew pirsgirêkên civakê çareser nake. Rêjîmê bi vê siyasetê, hevgirtina pêkhateyên civakê lawaz kir.

Di sîsmeta Federal de li ser bingeha neteweya demokratîk, her pêkhateyek bi çand û nasnameya xwe dijî, bi zimanê xwe daxive, xwe birêxistin dike û bi îradeya xwe beşdarî projeya Federaliya Demokratîk dibe. Mafê her pêkateyekê heye ku di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin bike. Ji ber vê Federalî tekane riya çareseriya aloziyê, tê dîtin.

*Hûn dikarin mekanîzmeya Federaliya Bakurê Sûriyê şîrove bikin?

Di sîstema Federal de her herêmek ji aliyê şêniyên xwe ve tê birêvebirin, her pêkhateyek biryarên xwe ku guncaw dibîne digire. Bi riya sîstema Hevserokatiyê jî, wekheviya di navbera jin û mêr de, tê avakirin.

Hevpeymana Federaliya Bakurê Sûriyê ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê ve, hat erêkirin û têde her pêkhateyek jiyana xwe birêxistin dike û hebûna xwe diparêze.

Em di sîstema Federal de, destek didin herêmên ku ji terorê têne rizgarkirin. Em projeya Federal ji wan şerove dikin, eger ku vê sîstemê qebûl bikin, dikarin herêmên wan tevlî vê sîstemê bibin. bi nerîna min çareseriya herî guncaw ku herêmên rizgarkirî beşdarî sîstema Federal bibin, ji ber ku şêniyên wan herêman gelek zulm û zordarî li ser destê rêjîma Baas û çeteyên DAIŞ′ê dîtin.

Têkîliyên di navbera we û dewletên cîranên Sûriyê û yên Rojhilata Navîn de çawa ne?

Mixabin têkîliyên din navbera me û dewletên cîranên Sûriyê re alozin. Tirkiyê ajandayên xwe derbasî Sûriyê dike û axa wê dagir dike û di 6 salên şoreşê de, destek dide komên çete  û wan derbasî Sûriyê dike. Her wiha li ser sînor êrîşî sivîlan dike û wan dikuje.

Başûrê Kurdistanê jî li gorî siyasetên dewleta Tirk tev digere, deriyê sînor ê Sêmalka digire û ambargoyê li herêmê ferz dike.

Lê têkîliyên me bi dewletên Rojhilata Navîn re, başin û sîstema Federal li Lubnanê, Misir, Urdun û Iraqê hat danasîn û hewldanên me yên di vê çarçoveyê de, didomin.

Li dewletên cîhanê jî piştî ku xebatên danasîna sîstema Federal hatin kirin, nûnertiyên Rêveberiya Xweser, lê hatin vekirin.

Di salvegera 7′emîn a şoreşa Sûriyê û ya yekemîn a Federaliya Bakurê Sûriyê de, em dibêjin Federaliya Demokratîka çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye.

(mm)

ANH