Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hediye Yûsif sedemên paşxistina hilbijartinan vegot

Dîmen

HOGIR NECAR – AZAD SIFO

NAVENDA NÛÇEYAN – Hediye Yûsif diyar kir ku ji bo heman kêmaniyên di qonaxên yekemîn û duyemîn ên hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê de dîsa dûbare nebin, dema hilbijartinan hate paşxistin.

Komîseriyên bilind ên hilbijartinan ên her sê herêmên Bakurê Sûriyê beriya niha bi du  rojan dema lidarxistina qonaxa sêyemîn a hilbijartinan taloq kir. Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif derbarê taloqkirina hilbijartinan ji ajansa me re axivî.

Hediye Yûsif di destpêka axaftina xwe de  bi bîr xist ku piştî qonaxa duyemîn a hilbijartinên Bakurê  Sûriyê hate taloqkirin, ji ber tengbûna demê pêwîstî hate dîtin ku  hilbijartinên qonaxa sêyemîn jî were taloqkirin da ku amadekarî werin kirin. Hediye her wiha got ku lîsteyên beşdarî hilbijartinan bûn û kesyatên serbixwe jî daxwaza taloqkirina qonaxa duyemîn a hilbijartinan kirin.

Hediye di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî zimanʺEgera taloqkirina qonaxa sêyemîn a hilbijartinên Bakurê Sûriyê derbaskirina şaştiyên ku di qonaxa yekemîn û duyemîn de derketin. Her wiha da ku amadekariyên baş di hemûyan de werin kirin, hilbijartinên qonaxa sêyemên hatin taloqkirin.ʺ

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê got ku dema lidarxistina qonaxa sêyemîn a hilbijartinên Bakurê Sûriyê(HILBIJARTINÊN KONGREYA GELAN) wî di demeke nêz de werê eşkerekirin.

Derbarê xebatên ku niha Meclîsa Damezrîner a Federaliyê pê radibe, Hediye Yûsif ev tişt anî zimanʺMeclîsa Damezrîner a Federaliyê û meclîsên herêman bi endamên meclîsên ku di qonaxa duyemîn de bi serketin dicive û makenîzmeya meclîsan û dabeşkirina erkan di navbera meclîsên kantonê, herêm, navçe û bajarokan rave dike.ʺ

Her wiha Hediye armanca civînên di navbera Komîseriya  Bilind a Hilbijartinan a Herêma Cizîrê û Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk de ev agahî danʺCivînên ku hatin lidarxistin armanc nirxandina qonaxa yekemîn û duyemîn a hilbijartinên derbasbûyî. Her wiha di wan civînan de rola komîseriyê di hilbijartinan de hate gotûbêjkirin, ji bo derbaskirina kêmaniyên ku derketine jî nîqaş hatin kirin.”

Hediye Yûsif di dawiya axaftina xwe de got “Me di civînê de biryar stand ku ji bo endamên komîteyên komîseriyê dewreyeke perwerdeyê ya heftane were vekirin da ku bikaribin karê xwe bi rêk û pêk bikin.”

(kc)

ANHA