Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hefteyek ji êrîş û komkujiyan, civaka navneteweyî hêjî bêdeng e

Dîmen

FÎDAN EBDULLAH

EFRÎN – 7 rojin bê navber êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê didomin.  Ji ber bomeberdûma balafiran, gelek sivîl hatin kuştin û zarok sêwî man. Lê li hemberî vê yekê heta niha civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan yek gotin nekiriye.EFRIN-PENERAMA-ERISIN-TURIK-SER-EFRIN (4)

Herêma Efrînê ku bibû meqseda bi hezaran koçberan, ev hefteyeke rastî êrîşên hovane yên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê. Di encama vê yekê de sivîl bûne qûrbanî û ziyanên madî gihiştin mal û milên welatiyan. Li hember êrîşên ku her cure çekên giran û balafir tê de têne bikaranîn, şervanên QSD‘ê bi piştgiriya gelê herêmê “Berxwedana Serdemê”  dimeşînin.  Li her deverê cîhanê gel daketin qadan û piştgiriya berxwedana gelê Efrînê kirin û êrîşên li ser herêmê şermezar kirin. Li gelek deveran jî seferberî hate ragihandin.

20‘ê Çileya 2018‘an, piştî ku balafirên keşfê di saetên sibehê de li ser herêmê geriyan, saet di 16:00‘an de ji nişkê ve li ser 100 noqteyên ku piraniya wan cihên sivîlan bi 72 balafiran êrîş pêk anîn. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 13 jî birîndar bûn, piraniya wan zarok û koçberên ji Idlibê bûn. Bombebarana li ser van herêman hetanî saetên derengî şevê dewam kir.EFRIN-PENERAMA-ERISIN-TURIK-SER-EFRIN (5)

Di roja duyemîn de ango 21‘ê mehê, Artêşa dagirker li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa komkujiyek pêk anîn. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn, 16 sivîl jî birîndar bûn.

Di heman demê de, Artêşa dagirker  hewl da derbasî gundê Baliya yê navçeya Bilbilê bibe, ev hewldan ji şervanên QSD‘ê ve hate kişdan.

Roja sêyemîn a êrîşan de, Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Eyn Deqnê yê Şehbayê, Merenaz, Dîkmedaş yên girêdayî navçeya Şera, Basûfan ê girêdayî navçeya Şêrawa, Dêwa û Hemam ên girêdayî herêma Cindirêsê, her wiha gundên Edama, Sûskê, Meydan Ikbis û Kurdo yên herêma Raco topbaran kirin. Li gundê Edama welatiyeke astengdar bû hedefa guleya sekvanekî artêşa Tirk a dagirker û şehîd bû. Her wiha nûçegihanê televizyona Ronahî TV Zekeriya Şêxo ku berxwedaniya li herêma Racoyê dişopand bi guleyeke Artêşa dagirker birîndar bû.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker di roja 4‘emîn de gundên herêma Raco û Cindirêsê hetanî saetên sibehê bombebaran kirin. Li vir 4 sivîl şehîd bûne û 10 sivîl jî birîndar bûn, di nav de zarokê bi navê Ismet ku bavê wî berê wefat kiribû û ji ber topbaranê dayika xwe winda kir, sêwî ma.EFRIN-PENERAMA-ERISIN-TURIK-SER-EFRIN (7)

Di roja 5‘emîn de, Artêşa dagirker gundên navçeya Bilbilê, Raco û Şera topbaran kir û sivîl hedef digiritin. Di encamê de ji malbatekê 2 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Di heman rojê de balafirên şer saet di 12:00′an de stasyona sotemeniyê û ceyranê ya bendava Meydankê hedef girtin. Ev yek bû sedem ku av li ser welatiyan qut bibe.

Di 26‘ê Çileyê de, saet di 03:30‘an de balafirên Artêşa dagirker navenda navçeya Mabata bomebebaran kirin, paşê jî bi topên hawanê êrîş kirin. Di encama êrîşên li ser vê herêmê de 7 kes ji malbatekî şehîd bûn û cenazeyên du kesan jî di bin enqazan de ne.

Li hemberî van êrîşan û kuştina sivîlan civaka navdewletî yek gotin nekiriye û bi bêdengiya xwe van kiryaran rewa dikin. Hin dewletên cîhanî û îslamî jî derbarê êrîşan de daxuyaniyên şermok dan.

(bb)

ANHA