Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Heger Erdgoan rast dibêje, bela qonsolxaneya Îsraîlê bgire’

DILYAR CEZÎRÎ-SILAVA ÎBREHÎM

HESEKÊ –  Serokê Dîwana Partiya Muhafezekar a Demokratîk Mihemed El-Berak diyar kir ku heger bi rastî Erdgoan wê piştgiriya gelê Filistînê bike, bela destpêkê qonsolxaneya Îsraîlê ya li Tirkiyê bigre û têkiliyên xwe bi wan re qut bike.

Serokê Dîwana Partiya Muhafezekar a Demokratîk Mihemed El-Berak têkildarî daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Qudsê ji ajansa me re axivî û bi awayekî .

El-Berak di destpêka axaftina xwe de got ku gelên Rojhilata Navîn gelekî hestyar e û wiha dom kir: “Ev biryara Amarîka ya veguhestina qunsiliya Amarîka ya Israîlê û birana wî ya Qudisê ku di vê demê de pêk hat, li gorî berjewndiyên siyasî yên hêzan pêk hatiye. lê tiştê belkêş ew e ku hin alî û di serî de dewleta Tirk û Serokomarê wê Erdogan vê mijarê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar tîne. Erdogan tu dibêje qey li benda fersendê bû ku mijara Qudisê bixe rojeva xwe.”

Erdogan aloziya Sûriyê û Filistîn wekî hev bikar tîne

El-Berak di berdewama xwe de jî destnîşan kir ku Erdogan û hikûmeta xwe çawa aloziya Sûriyê ji destpêkê ve bikar anî wiha aloziya Qudsê jî ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Beriya em behsa destwerdana Erdgoan a di mijara Qusdê de bikin, em ê beha destwerdana wan a di aloziya Sûriyê de bikin. Erdogan di aloziya Sûriyê de bi hestên gel lîst û xwe wekî xwediyê dozê nîşan da, piştgiriya hin aliyan û komên çekdar ava kirin. Herî dawî jî ji bo berjewendiyên xwe ew beranberî bazarên xweyên siyasî firotin û radestkirina Helebê nîşana ber bi çav a wê ye.”

Bela ya xwe çareser bike û paşê pişgirî bide Filistînê

El-Berak, di berdewama axaftina xwe got ku Erdgoanê ku niha xwe  wekî xwediyên gelê Filistînê nîşan dide bela destpêkê aloziyên gelê xwe çareser bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema ku li Tirkiyê demokrasî nîne, bi hezaran welatiyên Tirkiyê û ji ber nerînên xwe yên siyasî di girtîgehan de ne û zor li ser gel tê meşandin, Erdogan xwe wekî xwediyê doza Filistînê nîşan dide û qaşo dixwaze hemû cîhana islamî li dijî biryara Amarîka ya derbarê Qusidê de û li dijî Îsralîê rake ser piyan. Bela destpêkê aloziyên Tirkiyê çareser bike û paşê li derve destwerdanê bike.”

Bala destpêkê têkiliyên xwe bi Îsralîlê re qut bike

El-Berak, her wiha destnîşan kir ku tiştê niyeta Erdgoan a ne rast nîşan dide jî ew ku hîn qonsolxaneya Îsraîlê hîn li Tirkiyê karê xwe dike û wiha dom kir: “Heger Erdogan di mijara piştgiriya bi gelê Filistînê re rast e û gef û îdayên wî rast bib, bela destpêkê qonsolxaneya Îsraîlê ya li Tirkiyê bigre, negre jî herî kêm karê wê di vê demê de rawestîne. Di heman demê de xetên bazirganiya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de ji aliyê her kesî ve têne zanîn, çima Erdogan wan nade rawestandin. Ji xwe di mijarên veşartî yên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de em behsa wan nakin. Ew çawa dixwaze gelê ereb û cîhana ISlamî bixapîne. Ji rewşa Sûriyê û firotina Helebê Erdogan baş nas kir. Komên çekdar ên opozisyonê xistin şerekî giran û ji bo berjewendiyên xwe alîkarî ji ser wan qut kir. li Filistînê jî gelê Filistînê sor dike û alîkariya wî jî tenê bi daxuyaniyan e.” Heta Ragîhandina Tirkiyê rastiya gelê Filistînê nayîne ziman, tenê daxuyanî û îdayînê Serokomarê û îdayên wî yên xwe wekî bavê dozê nîşan dide derdixin pêş. Lê ka rastiya gel û civaka Filistînê çiye, ew nizanin.”

Çareserî sîstema demokratîk û hevgirtina gelan e

El-Berak di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ne Erdgoan û ne rayedarên din bi daxuyaniyan nikarin pirsgirêka Filistînê û hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin û ev tişt anî ziman: “Riya herî rast a çarseriya aloziyên li Filistîn, Yemen, Lîbya, Îraq û Sûriyê jî  pêşxistina siyaseta demokratîk û jiyana hevbeşe. Mînaka wê em niha li Bakruê Sûriyê ku her dem rastî gefên Erdogan û êrîşên wî tê, jiyan dikin. ji xwe ew ji sîstema me ditirsin lewma êrîşan pêk tînin.”

ANHA