Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hejmara kuştî û birîndarên herdû teqînan bilind bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Tenduristiyê ya Misrê ragihand ku di herdû tîqînên ku li Misrê rû dan de, 43 kuştî û 199 birîndar hene.

Berdevkê fermî yê Wezareta Tendurstiyê ya Misrê da zanîn ku di teqîna ku li bajarê Tenta rû da de, 27 kes hatin kuştin û 78 kes jî birîndar bûn. Her wiha anî ziman ku di teqîna bajarê Iskenderiye jî, 16 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûne.

(mm)