Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hejmarek din a koçber û penaber gihîştin herêmên rizgarkirî

REQQA –Zêdeyî 200 koçber û penaber  ku piraniya wan zarok û jin in ji herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de reviyan û xwe spartin gundewarên Reqqayê yên ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin.REQA-KOCBERI-DEWAM-DIKE (2)

Roj bi roj bi sedan malbat ji herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de li Sûriyê û Iraqê koçber dibin û berê xwe didin herêmên ku QSD`ê rizgar kirine.

Di vê çarçoveyê de, duh zêdeyî 200 penaber û koçber ku piraniya wan ji Turkmenên Iraqê û şêniyên bajarên Tebqa û Reqqayê bûn, gihiştin herêmên Reqqa yên rizgarkirî.

Şervanên QSD`ê cih û xwarinê ji koçberan re peyda dikin û paşê dighînin kampa Eyn Îsa yan jî  kampa Minbicê.

 (rr)

ANHA

REQA-KOCBERI-DEWAM-DIKE (1) REQA-KOCBERI-DEWAM-DIKE (8) REQA-KOCBERI-DEWAM-DIKE (7) REQA-KOCBERI-DEWAM-DIKE (6) REQA-KOCBERI-DEWAM-DIKE (3)