Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hejmareke din ji ciwanên Başûrê Kurdistanê berî didin warê Berxwedana Serdemê

Dîmen

QAMIŞLO – Ekîpeke din ji ciwanên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya Berxwedana Serdemê ragihandin.

Hejmareke din ciwanên Başûrê Kurdistanê li ser banga seferberiyê ya piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê, li bajarê Qamişlo kom bûn û daxuyaniyek ji bo raya giştî dan. Ciwanan di daxuyaniyê de tevlîbûna xwe ya Berxwedana Serdemê ragihandin û gotin ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker yekbûna her çar parçên Kurdistanê nîşan dike.

‘Berxwedana Îmralî li Efrînê jî pêk tê‘

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li ser Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermzarkirin û hate gotin ku armanca komployê gelê Kurd di şexê Ocalan de bêndeg bike û wiha hate domandin, “Dewletên komploger xwestin bi girtina Rêbertî siyaseta xwe a qirkirina gelan berdewam bikin. Lê berxwedana Imralî li beramberî komployê serketiye. Îradeya Rebêr APO li hemû cîhanê belav dibe.  Îro jî berxwedan li Efrînê berdewam dike. Dizên mirîşkan mixabin nikarin wê berxwedane tune bikin. Em jî wek ciwanên Başûr bi hemleya Serî Hilda berî didin Berxwedana Serdemê.”

‘Banga şikandina sînoran‘

Ciwanên Başûr di berdewama daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku beşdarî Berxwedana Serdemê bibin û ber bi Efrînê ve biherikin û gotin: “Çawa me sînor şikand û em derbasî Rojava bûn, pêwîst e hemû ciwan van sînoran bişkînin û Efrînê ji dizên mirîşka re bikin gorîstan.”

‘Êrîşên li ser Efrînê êrîşên li ser tevahî Kurdistanê ye‘

Ciwanê bi navê Hawre Zîlan armanca tevlîbûna xwe ya Berxwedana Serdemê ji ajansa me re diyar kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo parastina Efrînê em ê xwîna xwe feda bikin, ji ber ku êrîşên li ser Efrîn êrîşên li ser hemû Kurdistanê ne. Bi baweriyake xurt em ê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin”

‘Xwedîderketina li Efrînê xwedîderketina li hemû axa Kurdistanê ye‘

Rojhat Botan jî ji aliyê xwe ve anî ziman ku xwedîderketina li Efrînê xwedîderketina li hemû axa Kurdistanê ye. Botan wiha dom kir, “Dewleta Tirk a dagirker êrîşî hemû Kurdan dike û dixwaze ku vîna gelê Kurd bişkîne. Em jî vê bersivê didin ku heya yek ciwan bimîne tu hêz nikare vîna me bişkîne.  Em hemû berê xwe bidin Efrîn”

Her wiha Botan bang hemû ciwana kir ku berê xwe bidin Efrînê û bi rihê çar parçên Kurdistanê dagirkeriyê têk bibin.

Hêjayî bi bîrxistinê ku di 30‘ê Çileyê de hejmareke ciwanên Başûr û Rojhilatê  Kurdistanê li ser banga seferberiyê berê xwe dane Efrînê.

 (mk/ff)

ANHA

QAMISLO-CIWAN (2) QAMISLO-CIWAN (1)